25 mars 2014

Naskirina însên zor e


Mixabin naskirina însên(mirov) pir zor e. Bi taybetî jî naskirina însanên nuha. Însanên nuha pir luht in, pir fêlbaz in, pir durû ne, xwediyê gelek maskeyên cûr be cûr in. Loma jî naskirina însanên nuha hemahema ne mimkûn e.

Belê, bi rastî jî naskirina însên(mirov) zor e û bekî jî ne mimkûn e. Ji ber ku însan derya ye, wek bîreke bêbinî ye. Meriv tu carî nikane xwe bigihîne binêbinî û bizanibe çi di wir da heye.

Çimkî ”deqa însên” wek ya fêkî ne ji der e, di hundur da ye, xuya nake. Deqa fêkî ya kurmî xuya ye, ji bo naskirinê meriv dikane tahm jî bike. Lê însan ne wiha ye, însên meriv nikane tahm bike, ji ber ku deqa wî, yanî kurmîtiya wî di hundur da ye.

Loma jî ji bo naskirina însên dibê meriv pê ra gelkî bikeve û rabe, pê ra tîcaretê û rêwîtiyê bike, pê ra hefsê razê, siyasetê bike, rojên teng bijî…

Yanî ji bo naskirinê dibê meriv însên di gelek der û rewşan da biceribîne. Ya na meriv nikane nas bike, meriv tim dikane bixape.
Ma 12-13 sal berê kê dizanîbû ji Erdogan ewê mitoman û dizekî hewqasî mezin derkeve?

Bêguman ne hevalên wî û ne jî milet dikanîbûn Erdoganê îro texmîn bikirana. Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Bi guherandina şertan ra însan jî diguhere. Meqam, hukum, pere, serwet, mal û milk însên diguhere. Hinekan pir, hinekan hindik diguhere, hinekan ezîz û hinekan jî rezîl dike.

Dema em bûn kurdperwer û bûn endemên partiyan em xort bûn, em merivên pir paqij, pir dilsoz, pi canfîda bûn. Baweriya me bi hevalên me, bi serokên me dihat. Bi nîv gotina wan em diçûn mirinê.

Lê roj hat me dît ku me hevûdu baş nas nekiriye. Serokên me, gelek kesên berpirsiyar û lîderên me bûn kelekên kurmî û derketin.
Me dît ku em xapiyan e, me hevûdu têra xwe nas nekiriye.

Ev yek ji bo Erdogan jî wiha ye, di destpêkê da meriv hevûdu nas nake. Ez bawer dikim gelek hevalên wî û kesên ray danê, kesên pesnê wî didan nuha ew jî şeqizî ne. Nizanin çi bibêjin. Ji ber ku mîtomanî û diziya Erdogan ji texmîna rimildaran jî derbas bûye.
Ez bawer dikim di pêşereojê da li ser şexsiyeta Erdogan û çawa kanîbû hewqas însan, hewqas derûdor bixapanda û bihata meqamekî wiha ewê bi cildan kitêb werin nivîsandin.
Lê însan wiha ye,
wek fêkî deqa wî ya kurmî ne xuya ye,
ji ber ku di hundurê wî da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE