02 mars 2014

Pênc partiyên tirk li hemberî kurdan bûn yek


Li Bedlîsê 5 partyên tirk(DP, CHP, MHP, BBP, DSP)li hemberî BDPê bûne yek.
Yanî bi gotineke din, hemû nîjadperest, faşîst û neyarên kurdan li hemberî kurdan hêzên xwe kirine yek.
AKP çima ne di nava vê tifaqê da ye min fêm nekir. Bi îhtîmaleke mezin hewcedariya wan tuneye, bawer dikin ewê bi serê xwe qezenc bikin. Ya na, ewê jî nuha di nava vê tifaqê da bûna.
Ji bo ku namzedê BDPê qezenc neke, AKP jî dikane di bin ra piştgiriyê bide namzedê vê bloka faşîst.Yanî ji bo AKPê jî ya muhîm qezencnekirina namzedê BDPê ye.Ji ber ku mesele ji şer û reqbeta partiyan bêtir, mesela kurd û tirk e. Hemû partiyên tirkan li hemberî kurdan tim dibin yek û li vir jî ev yek îspat bû.
Ji xwe ev tifaqa partiyên tirk ya li hemberî kurdan bi dizî hertim heye, li Bedlîsê îcar eşkere bûye.

XXX
Li gorî malpera Avestakurdê dinivîse, telewîzyona TRT6ê ji ber şerê hukûmetê û Gulen programa xeberên soranî rawestandiye. Çend roj berê qala rawestandina programên kurmancî û zazakî jî hat kirin.
Xwedêgiravî bernameyên nûçeyan ji alî şîrketeke Cemaeta Gulen ve dihat çêkirin, loma TRT6ê peymana wan îptal kiriye.
Yanî programên kurdî tiştekî ne di cidî ye, tiştekî qeşmerî ye. Garantiya berdewamiyawan tuneye.
Heger cidî bûya program nedihat rakirin. Sibe dikanin bi bahaneyeke din programeke din û dû ra yeka din û dû ra TRT6ê bi tevayî bigrin.
Merivên Gulen di kanalên TRTê yên din da jî hene, li wir jî dawî dan karên wan, çima wan programan jî nadin rawestandin.
Ev jî nîşan dide ku garantiya berdewamiya TRT6ê tuneye, hertim dikanin ji bin da bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE