02 april 2014

Bersîva Mîr Mizarî


Birêz Mîr Mizarî, herçiqas tu qebûl neke jî lê ji bersiva te û ji nivîsa te ya bi tirkî(Kürtler Kime Oy Verdi, AKP ve BDP)diyar dibe ku cenabê te bi wendakirina BDP û Baydemîr kêfxweş û bi serketina Celaletîn Guvenç û AKPê jî pir dilşa bûye.
Tu vê rastiyê îtîraf nakî lê di herdu nivîsên te da jî dijminatiya te ya BDPê û dilxwaziya te ya AKPê vekirîye.
Te gotiye ji bo te tu ferq di nabêna BDPê û AKPê da tuneye. Ez fêm nakim meriv çawa dikane him ”Kurdistanek azad û serbixwe biparêze” û him jî tu ferqê nexe nabêna BDP û AKPê, tu ferqê nexe nabêna Celalettîn Guvenç û Osman Baydemir?
Kesê bi rastî ” Kurdistanek azad û serbixwe biparêze” nabe ku li Rihayê ferqê nexe nabêna waliyekî dewleta tirk, faşîstekî tirk û Osman Baydemîr.
Heger cenabê te ne AKPyî bûya te yê li Rihayê li dijî waliyê dewletê yê faşîst ya raya xwe bida Osman Baydemîr ya jî namzetê HAK-PARê. Ya jï herî kêm Huda-Parê. Yanî bi kêmanî te nedigot ”minê raya xwe neda kesî”.
Kesê li Rihayê ferqê nexe nabêna Osman Baydemîr û namzetê AKPê çawa dikane ”Kurdistanek azad û serbixwe biparêze” ez qet fêm nakim!
Yanî îdîa te û şêla te li hev nake.
Dema kurdên wek te ”serxwebûnxwaz” li Rihayê raya xwe nedin BDPê ev li kara AKPê ye. Ev, piştgiriya AKPê ye.
Esas rewşeke pir trajîk e meriv ji kurdekî ”serxwebûnxwaz” ra qala ferqa nabêna BDPê û AKPê, ferqa nabêna Guvenç û Baydemir bike…
Li gel hemû kêmasiyên xwe BDP ji AKPê û Osman Baydemîr jî ji waliyê Rihayê yê faşîst Celalettîn Guvenç hezar qatî kurdtir û baştir in. HAK-PAR û namzetê wê jî hewetinê.
BDPê li Diyarbekrê çiqasî partîzaniyê kiribe, di xizmetê da çiqasî ne serketî be dîsa jî ji belediyeke AKPê kêmtir partîzanî kiriye, dîsa jî ji belediyeke AKPê sedqatî baştir xizmet kiriye. Û li alî din ji bo kurd û Kurdistanê jî geleke belediyên BDPê gelek xizmetên hêja kirine.
Ji bo ku meriv ji bo kurdan belediya Rihayê ji ya Diyarbekrê baştir bibîne dibê ya meriv dilsozekî AKPê be ya jî merivekî pir bêûjdan be. Ya jî ji siyasetê tiştekî fêm neke.
Dibe ku di warê xizmetê da meriv gelek rexne li Osman Baydemir bigre. Û ev rexne dikane rast û bi heq bin jî.
Lê di dema Osman Baydemir da Diyarbekir di her warî da bû bajarekî kurdan. Belediyê bi sedan çalakî, civîn û konferansên li ser Kurd û Kurdistanê çêkir. Ji bo xurtkirina nasnameya kurdayetiyê gelek xizmetên hëja hatin kirin. Dibê meriv viya bibîne ü teqdïr bike.
Lê li Rihayê, li Mêrdînê yanî li wan belediyên di destê AKPê da bûn gelo ji bo kurd û kurdistanê çi hat kirin?
Tu dikanî numûneyekê tenê jî bidî!
Belediyê li Rihayê ne kurdayetî, tirkayetî bi pêş xist, dizî û rant bi pêş xist.
Hukûmeta AKPê Riha wek ”Herêma Pîlot” îlan kiriye, dewlet bi milyaran pera dirjîne ji bo ku Rihayê û qezayên ser sînor nede BDPê.
Dewlet dixwaze Rihayê jî bike wek Entabê, bike bajarekî tirk. Û tu wek kurdekî ”serxwebûnxwaz” li bajarekî wiha dibêjî ”heger ez li Rihayê bûma minê raya xwe neda kesî”!
Ev, piştgiriya AKPê ye. Ji ber ku li wir yê xurt dewlet e, AKP ye, hêzên antî-kurd in.
Efendim ”Riha zor pêş ketiye”, piştî ku ji kurdayetiyê dûr ket, piştî ku ket bin destê partiyeke tirk û dewletê dixwaze bira bikin bihuşt.
Entab û Meletî jî ”zor pêş ketine”, lê di eynî wextê da ”zor” ji destê me derketine.
Bajarên me paqij bin, xweşik bin baş e, dibê em ji BDPê xizmeteke baş jî bixwazin.
Lê belê ji bo min azadbûna Rihayê û Diayrbekrê hezar qatî ji paqijî û xweşikbûna wan çêtir û muhîmtir e.
Min ne ji bo xizmeteke hîn baştir, ji bo ”azadiya” Rihayê û Kurdistanê piştgiriya Osman Baydemir kir. Bi vê fikrê ez piştgirya BDPê dikim.

XXX
Birêz Mîr Mizarî, te gotiye, ”Keke Zinar,Ez hevi dikim di pêşerojê de Tuye here Ruhaye û Kurdperweriye feri Ruha ye u Siwerege bike! ” tMîr Mizarî, tu îdîayeke min ya wiha tunye. Lê wisa xuya ye endîşeyên min yê li ser Rihayê bi te ne xweş hatiye.
Gava partiyeke dijmin li welatê min, li bajarê min belediyê ji me dîstine û walîyekî dewleta îşxalkar dike serokê Rihayê bi min zor tê, ez pê diqeherim.
Lê bi qasî ez dibînim kêfa te hatiye. Ji ber ku AKPê li Rihayê qezenc kiriye tu pê naqehere. Ez dibêjim heger tu li welêt bûya te yê raya xwe bida AKPê. Mesela ez li Rihayê bûma minê raya xwe bide BDPê. Heger tu li Rihayê bûya te yê raya xwe bida kê?
Û ji gişî mihîmtir, tu van dîtinên xwe bi nasnama xwe ya vekirî bibêjî baştir e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE