04 april 2014

Gava siyasetmedarek bi kurdî dipeyive kurd şaş dimînin...


Ji ber ku hevseroka Belediya Cizîrê Leyla Îmret, di telewîzyona CNN-Tirk da bi kurdî peyivî tirkan û qismekî kurdan qiyamet rakirin.

Tirkên nîjadperest dîn bûn, dibêjin çawa dibe seroka belediyeyekê bi tirkî nizanibe ya jî zanibe lê nexwaze bipeyive?

Hin kurd jî bi kurdî axaftina Leyla Îmretê pir mezin dikin, wek ku Leyla Îmretê bi vê hevpeyvîna xwe ya bi kurdî tiştekî pir mezin kiribe.

Bêguman bi kurdî axaftina wê başh e. Em sipasî wê dikin. Lê ji xwe tişhtê herî rast û normal jî ev e. Seroka belediya bajarekî Kurdistanê ewê bi kurdî bipeyive.

Ma ji vê normaltir çi heye?
Dema bi kurdî nizanibe, ya jî zanibe lê nepeyive ecêb e, sosiret e û dibê meriv raxne bike.

Lê gava siyasetmedarekî kurd, mebûsekî kurd, serokê/seroka belediya bajarekî Kurdistanê bi medyayê ra bi kurdî peyivî, bi kurdî pehevpeyvînek kir dibê meriv hewqasî şa nebe û mezin neke.

Ji xwe Leyla Îmret li Almanyayê mezin bûye û bi tirkî jî baş nizane. Loma jî ji pirsên tirkî fêm nedikir. Yanî bixwesta jî nikanîbû hemû pirs baş fêm bikira û bi tirkî bersîv bida.

Lê heger bi tirkî zanibe jî dibê meriv hewqasî mezin neke. Dema siyasetmedareka kurd bi kurdî bipeyive fedekariyeke mezin nake, şoreşê nake. Tiştê herî xwezayî dike, bi zimanê xwe dipeyive.

Ma dema siyasetmedarekî tirk bi tirkî dipeyive tirk jê ra li çepikan dixin, ji bo vê yekê mesajên pîrozbahiyê belav dikin?

Lê em kurd dikin. Ji ber ku piraniya siyasetmedarên kurd di rewşên wiha da bi tirkî dipeyivin, loma hevpeyvîna Leyla xanimê bi me pir mezin tê.

Ya din jî bi qasî axaftina kurdî meriv çi dibêje, çi dixwaze jî muhîm e. Dibê meriv hinekî li wê jî binêre.

Em dizanin gelek wezîr û parlamenterên AKP-ê yên kurd bi kurdî xulamtiya tirkan û Erdogan diparêzin, bi kurdî li dijî azadiya gelê xwe derdikevin, bi kurdî propaganedeya dewleta tirk ü AKPê dikin.

Yanî bi qasî zimên, bi wî zimanî meriv çi dike jî muhîm e…
Netîce, bi kurdî axaftina Leyla Îmret xanimê tiştekî baş e, ez wê pîros dikim. Lê belê ne fedekariyeke mezin e, dibê her siyasetmedar viya bike.

XXX
Ez gelê Wêranşarê û hemû kesên ku bi rojan nig di bin xwe ve nekirin û di netîceyê da bi ser ketin ji dil û can pîroz dikim

Piştî liberxwedana çar rojan namzetên BDPê yên belediya Wêranşarê Emrulah Cîn û Filîz Yilmaz mazbatayên xwe nîhayet girtin.

Di vê serkeftinê da yekîtî û liberxwedana gelê Wêranşarê roleke mezin lîst. Belkî ne ev tifaq û liberxwedana milet bûya wek hin derên din, Wêranşar jî ji BDPê bigirtina û bidana AKPê.

Li Serêkaniyê li gel ku namzetê BDPê Îsmaîl Aslan bi ferqek mezin hilbijartin qezenc kir jî pere nekir, bi sedan rayên BDPê îptal kirin, bi sedan şewitandin û dawiya dawî bi darê zorê belediya ji BDPê stendin û dan çeteyekî AKPê.

Dibê BDP û Emrulah Cîn di demeke nêz da ji bo vê piştgiriya gelê Wêranşarê û ya hemû eşîr û kesên ray dan BDPê û di van çar rojan da ew tenê nehîştin bi beyanekê sipasiya xwe pêşkêş bikin.

BDP û Emrulah Cîn dikanin di civîneke berfireh da jî vê sipasiya xwe pêşkêşî gel bikin.

Dîsa dibê Emrulah Cîn û hin mebûsên BDPê li bajêr herin ziyareta dikandaran û sipasî milet bikin.

Ez Emrulah û hemû kesên ku bi rojan xebitîn û di vê serketinê da keda wan pir mezin e ji dil û can pîroz dikim. Mala herkesî ava. Tifaq hebe, serketin mimkûn e.
Bijî hevkarî û tifaqa miletê kurd.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE