16 april 2014

HDP projeya helandina kurda ye



Girtina BDPê û tevlêbûna HDPê heta nuha bi min wek henekekê dihat, min digot henek e ya jî îdîayeke ne cidî ye, tiştekî wiha ne mimkûn e.

Lê nuha ez bala xwe didim hin xeberên medyaya sosyal dibînim ku îdîa ne henek û ne jî gotegotên derûdoran bûye. Di nava BDPê da ji bo fesihkirinê û tevêbûna HDPê ya jî çêkirina partiyeke nuh minaqeşeyeke pir cidî heye.

Bi dîtina min HDP projeya asîmîlekirina miletê kurd e. Xwediyên vê projeyê dixwazin kurdên tevî AKPê, CHPê û MHPê nebûne bikşînin nava partiyeke çep ya tirk û di nava wê da bihelînin.

Yanî wan jî ji hedef û platformên netewî dûr xin û bikin wek kurdên CHPê û AKPê.

Armanc, kurd bi serê xwe nebin xwediyên organîzasiyon û partiyên netewî. Dibê kurd di nava rêxistin û dezgehên tirk da bihelin û bi demê ra bibin tirk.

Heger BDP bi rastî ewê xwe fisih bike û tevî HDPê bibe, wê demê tu maneya hebûna PKKê jî tuneye, dibê PKK jî xwe fesih bike. Dibê PKK jî xwe fesih bike û bi tirkan ra tiştekî nuh ava bike.

Xweorganîzekirina bi tirkan ra reda rêxistin û partiyên kurd yên cihê ye, reda miletê kurd û reda Kurdistanê ye.

Yanî qebûlkirina ”yek milet, yek welat, yek dewlet, yek al û yek ziman” e.
Dema partiya me yek be em nabin du milet, nabin du welat. Bi gotineke din em dibin ”goşt û nenûk”!

Gava bi tirkan ra rêxistinên miştrek werin danîn ziman jî otomatîkman dibe tirkî.
Ma qey ne tirkê bi kurdî bipeyivin, helbet kurdê bi tirkî bipeyivin…

Heger BDP ewê xwe fisih bike û here tevî HDPê bibe û Kurkçu û Tuzun jî ewê bibin serokên me kurdan, wê demê dibê meriv ji kurdên AKPê û CHPê ra jî nebêje ji partiyên xwe îstîfa bikin. Ji ber ku ew jî li gorî baweriyên xwe di nava wan partiyan da ne…

Ez bi xwe dikim nakim, sebebê fesihkirina BDPê fêm nakim. Ma kurm ketiye BDPê?
Çima û ji bo çi ewê were fesihkirin?
Bi tevêbûna HDPê armnc çi ye?

Heger armanc girtina rayên tirkan e ev xeyaleke vala ye. Netîceya hilbijartiên 30ê adarê li ortê ye. Tirk rayên xwe nadin kurdan û ”dostên” kurdan.

Yanî hewildana qezenckirina tirkan belasebeb e, navê partiyê çi be jî tirk rayên xwe nadin kurdan û ”dost û hevalbendên” kurdan. Ev vekirî ye.

Tirkan ray nedan HDPa tirk, loma jî dibê dev ji siyaseta qezenckirina tirkan were berdan. Dibê berê BDPê ne bi Tirkiyê û tirkan da, bi kurdan û Kurdistanê da be.

Heger bi rastî jî BDP xwe fesih bike û here tevî HDPê bibe ewê şaşiyeke pir mezin bike, ewê li Kurdistanê derbeke mezin bixwe. Kurd ewê li alternatîfeke kurdtirû Kurdistanî bigerin. Miletê kurd entegrasyon û asîmîlasyonê qebûl nake.

Ji nuha û pê ve kî siyaseteke hîn kurdtir û Kurdistanîtir bimeşîne, berê kê bêtir bi Kurdistanê da be ewê qezenc bike, ewê xurt bibe.

1 kommentar:

PARVE BIKE