15 april 2014

Îşê kurdan di nava HDPê da tuneye


HDPa çepên tirk di programa xwe da ji bo Qibrisê prensîba ”tayinkirina qedera xwe ”, bi tirkî dibêjin ”uluslarin kendi kaderlerini tayin hakki” diparêze û ji bo filîstîniyan jî dewleta serbixwe dixwaze. Lê ji bo 30 milyon kurd ne otonomiyê, ne federasyonê û ne jî serxwebûnê dipasrêze. Ji bo 30 milyon kurdên Kurdistana bakur ”mafê demokratîk” dixwaze.
Kes ji berpirsiyarên HDPê ra nabêje, çima hûn ji bo tirkên Qibrisê û ji bo filistîniyan dewletê wek mafekî rewa û heq dibînin, lê çima hûn vî mafî ji bo 30 milyon kurd wek heq nabînin?
Û xwedêgiravî ev partî ewê li Tirkiyê mesela kurd çareser bike û ji bo wê jî kurdan rayên xwe danê.
Dibê kurd ji gotin û demagojiyên berpirsiyarên HDPê bêtir, bala xwe bidin programa wê. Bi vê programê tu ferqeke HDPê ya zêde ji partiyên din tuneye.
HDP ne tu rê ye, xapandin e, bi HDPê kurd nikanin rizgar bibin. Dibê kurd dev hevkariya tirkan û ji çepên tirk yên marjînal berdin, rayên xwe bidin xwe, bi kurdên xwe ra hevkariyê bikin.
Dibê kurd dev ji zilamtiya çepên tirk berdin. Çepên tirk generalên bê artêş in, bi wan ne herb dibe û ne jî herb tê qezenckirin.

XXX
Çahla bêbextiyê
Hukûmeta Kurdistana başûr xwedêgiravî ji bo ku rê li ber ”qaçaxçîtiyê” bigre li sernserê sînorê nabêna Kurdistana başûr û rojava çahlekê(kortekê)dikole. Sebeb çi dibe bila bibe dibê tedbîr n ene ev bûya, dibê di rojeke wiha giran da li hemberî kurdên Sûrî tedbîrek wiha nehata bîra berpirsiyarên kurdên Kurdistana rojava.
Ev çahl(kort)ji kurdên beşên din ra mesaja em ne yek milet û yek welat in û em ne mecbûr in destê biratiyê û alîkariyê dirêjî birayên xwe yên Kurdistana roja bikin.
Sebeb çiqasî cidî dibin bira bibin, dibê hukûmeta Kurdistana başûr li hemberî kurdên Sûrî ev tedbîr negirta, ev çahla şikandina hestên netewî nekola.
Tu ferq di nabêna vê çahlê û mayinên Tirkiyê da tuneye. Heta ji mayinên tirkan jî xerabtir e.
Siyasetmedarên miletekî li hemberî beşekî miletê xwe yê bindest û di halekï xerab da wiha nake. Gelşên heyî ne bi vî hawî, dibê bi riya diyalogê werin çareserkirin.
Dema kurd li hemberî hev ”tedbîrên” wiha bigrin, wê demê divê meriv ji têl, mayin û qereqolên tirkan jî gazinan neke.
Çimkî tirk dijmin in û loma jî meriv ya wan fêm dike, meriv dibê ji ber ku dijmin e loma jî wiha dike.
Lê emê ji hukûmeta Kurdistana başûr ra, ji berpirsiyarên PDKê ra çi bibêjin û çi navî li vê çahla wan bikin?
Ev çahl ne ji xêrê ra ye, ji bo me hemû kurdan sîmbola şermê ye…
Kurdên îro nisbî halxweş in û di rehetiyê da ne dibê li hemberî kurdên bindest û bêçare vê zulmê û bêûjdaniyê nekin.

XXX
Dîsa xebreke reş, dîsa mirin…
Mixabin me îro li Stockholmê hevalekî xwe yê pir hêja, kurdperwerekî giranbuha û mirovekî gelkî paqij ÎSA AVCÎ wenda kir.
Bi wefata Îsa Avci(Xoce)ez pir û pir êşiyam. Herçiqasî me dizanîbû nexweşiya wî pir giran e, lê dîsa jî bi bihîstina vê xebera tahl ez pir xemgî bûm.
Îsa merivekî girêdayî doza kurd û Kurdistanê bû, merivekî fedakar bû, ne pûlperest û durû bû. Merivekî comerd, dobre û rastgo bû. Erê ew li Swêd bû, lê hiş û aqilê wî tim li ser welatê wî bû û doza gelë wî bû.
Lê nexweşiya malkambax bi wî ra bêbextî kir, ew zû ji nava me rakir û bir teslîmî axa sar kir.
Bira serê zarok, malbat, nas, dost û hevalên wî sax be. Bira gorra wî buhust be.
Hemû dost û hevalên wî, emê tim wî bi hurmet yad bikin…
Em çi bikin çare li mirinê nabe, taliya me hemûyan ew der e

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE