02 april 2014

Li ser hilbijartinên Riha û Mêrdînê


Ji roja hilbijartinan û virda ye hiş û aqlimê min li ser Rihayê ye; dibê meriv li Rihayê çi bike, dest bi xebateke çawa bike?
Ji bo ku di hilbijartinên parlamentoyê da(2015)em kanibin li Rihayê serketineke mezin bidest xin dibê çi bikin?
Dibê ji nuha da meriv dest bi xebata xwe bike, tedbîrên xwe bigre.

Loma jî BDP û hemû kurdperwerên rihayê dibê ji nuha da fikir û pêşniayrên xwe bibêjin.
Ji bo ku em AKPê li Rihayê pûç bikin û Rihayê jî bikin kelake kurdan dibê meriv çi bike?
Xebata Ahmet Turk bala min kişand. Zêde qelebalix nekir, di medya herêmê da zêde xuya nekir, lê qezenc kir.
Helbet gelê herêma Mêrdînê li gorî yê Rihayê bêtir polîtîze bûye û bêtir kurdperwer e. Ev rast e. Lê dîsa jî ez dibêjim heger ne Ahmedê Hecî Sînan bûya Mêrdîn ewê neketa destê kurdan.

Loma jî gava namzet ji herêmê be, gel û eşîrên herêmê nas bike, li herêmê giraniyeke wî hebe pir muhîm e, nîvê qezenckirinê ye.
Dibê BDP li her derê siyasetmedarên wek Ahmedê Hecî Sînan bibîne û derxe pêş.
BDP ya Rihayê, siyasetmedar û kurdperwerên rihayî dibê ji xebat û serketina Ahmed ya Mêrdînê derzê bigrin.

XXX
Rêjeya rayên BDPê li Kurdistanê di hilbijartinan da girt rêjeyeke ne baş e. Hêviya min bi xwe ew bû ku ewê gelek zêde ray bigirta. Gava meriv li netîceyê dinêre li gel hin serkeftinên baş yên meriv kêfxweş dike, hin îşaretên meriv ditirsîne û xemgîn dikin jî hene. Dibê BDP netîceyên van hilbijartinan bi rengekî cidî analîz bike û li gorî wê siyaseteke nuh tanzîm bike.
Wendakirina hilbijartinên Rihayê wek hemû kurdan ez jî pir û pir xemgîn kirim.

Li Rihayê BDPê herçiqas hilbijartin wenda kir jî lê rayên xwe ji sedîsed zêde kir. Ev rast e. Lê têr nake. Dibê em Rihayê ji destê dewletê xelas bikin. Siyaseteke hukûmeta AKPê ya xusûsî li ser Rihayê heye, dixwazin Rihayê jî wek Meraşê, Xarbêtê, Meletiyê, Sêwas û Erzerom û Erzinganê ji destê kurdan derxin û bikin bhelînin.

Dibê ne BDP tenê, hemû hêz û şexsiyetên kurd yên welatparêz, hêzên Îslamî yên li herêma Ferêt û Rihayê li hemberî vê siyaseta dewletê bi hevg ra giraniya xwe bidin Riahyê û hin tedbîran bigrin.
Nuha hîn ne dereng e, lê heger em li ne xwedî programeke netewî bin Riha jï dikane bibe wek Erzerom û Xarpêtê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE