01 april 2014

Li ser netîceyên hilbijartinan çend gotin



Li gorî netîceyên hilbijartinan yên heta nuha AKP ewê ji %40-45ê rayan bigre û dîsa bibe partiya yekem. Ji xwe berî hilbijartinan jî kêm zêde texmîn ev bû.

Yanî tesîra diziyê û vîdeoyan zêde li milet nebûye. Milet dibêje erê didize, lê hinekî jî dide me.
Ji xwe miletê tirk ne li dijî diziyê, derewan û sextekariye ye. Tirk dibêjin, ”devlet mali dizîz, yemiyen kerîz” yanî malê dewletê derya ye, yê nexwe ehmeq e.

Erdogan jî li gorî vê felsefa tmiletê tirk hereket dike; heta jê tê didize…
Loma jî vê netîceyê ez zêde matmayî nehîştim. Ji ber ku herdu raqibên Erdogan ji wî xerabtir in.
Ez qala MHPya faşîst nakim, lê heta ku Kiliçdaroglu serokê CHPê be û CHP xwediyê wê îdeolojiya kemalîst be ne mimkûn e li hemberî Erdogan biser keve. Deh carên din jî hilbijratin çêbe, her deh caran jî Erdogan ewê qezenc bike.

Tirk rayên xwe nadin kurdekî elewî ku him eslê xwe înkar dike û him jî heyranê qatilê bav û kalên xw eye. Û kurd jî ji xwe qet rayên xwe nadin merivekî wiha bêşexsiyet.

Loma jî mesaja milet ya ji CHPê ra, derî nîşanî Kiliçdaroglu bidin, ev îş bi merivekî wiha zeîf û bêşexsiyet nabe.
Li Kurdistanê netîce hîn tam nediyar e, lê tiştê heta nuha xuya ye Riha ne tê da BDP serkeftî xuya ye û rayên xwe zêde kiriye.
Rihayiyan ez him matmayî hîştim û him jî gelkî xemgîn kirim. Lê girtina Mêrdînê û Bedlîsê hinekî kêfa min xweş kir.
Ez li vir Ahmet Turk ji dil û can pîroz dikim. Bêyî wî girtina Mêrdînê qet ne mimkûn bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE