08 april 2014

Min ji hefsiyekî bêtir bîriya we kiriye !



Dawiya dawî min nuha(7/4-14) bilêta çûna welêt kirî. Bi xêr û xweşî di 7ê temûzê da difirim Diyarbekira 50 derece germ, ba kokima dêka xwe. Çavê wê tim li riya min e.
Kurdistan, Wêranşara xopan, li bende min bin ez têm mîvaniya we. Dibe ku we ez ji bîr kiribim, we bîriya min nekiribe, lê min ji hefsiyekî bêtir bîriya we kiriye...

XXX
Îro(7/4-14) 20 saliya şehîdketina du kurdperwerên hêja, Fexrî Înan û Av. Kazim Ekîncî ye. Bîst sal berê di rojeke wiha da Fexrî û Kazim li Wêranşarê ji alî çete û qatilên dewletê ve hatin qetilikirin.
Di 20 saliya şehadeta wan da ez van herdu kurdperwerên hêja bi hurmet bibîr tînim û ji zarok û malbatên herdu şehîdan ra sebrê dixwazim.
Tetikçî hin çeqel û çiqûlên kuça û kolanan bin jî qatilê esasî bêguman dewleta tirk e, serok û bepirsiyarên dewletê yên wê demê biryara kuştina wan û bi hezaran kurdî dan.
Ji xwe ji ber ku qatil dewlet e, dewletê biryara kuştina wan daye loma jî bûyer heta nuha eşkere nebû û qatilên tetikçî nehatin girtin.
Fexrî û Kazim şehîdên kurd û Kurdistanê ne, ewê tim û tim di dilê me da bijîn.

XXX
Li Kurdistana bakur ji bo ku kurd azadî û serxwebûna xwe bi dest xin hemû şert hene. Kîtleyeke pir mezin, fedekar, kurdperwer û canfîda heye.
Ev kîtle ji artêşeke yek milyonî jî bi hêztir e, pir polîtîze ye û amedeye ji bo kurd û Kurdistanê hertiştî bike.
Lê serfermandarê vê artêşa mezin û canfîda û kurdperwer berê artêşê nade hedefeke rast. Hêz û enerjiya vê artêşa mîlîtan bi hin tatbîkat û manawrayên bêmane heder dike.
Û di nava artêşê da jî tu kes nikane li hemberî vî fermandarî rabe û fermandariyê ji destê wî bigre.
Loma jî artêş şerê ku dikane qezenc bike qezenc nake. Şer bi hin şer û tearuzên biçûk dom dike. Ev rewş ewê demek din jî dom bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE