01 april 2014

Pêşewa Qazî Mihemed ewê tim di dilê me da bijî !


Îro(30/3) 67-emîn salvegera şehadeta serokê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed e. Rejîma Şah ya destbixwîn îşev nîvê şevê Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li Mehabadê, li Meydana Çarçira bi dardekirin.
Qazî Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê nemir in, ewê tim û tim di dilê miletê xwe da bijîn.

Di 67-emîn salvegera Qazî Mihemed da ez wî û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim. Bira gorra wan bihuşt be…

Îdama Qazî Mihemed

XXX
Ez bi heyecaneke pir mezin li bende netîceyên hilbijartina me. Bi hêviya BDP li Li Kurdistanê AKPê paqij bike, Rihayê, Mêrdînê, Bîngolê û Mûşê bigre.Ji xwe çend bajarên din jî garantî ne...

XXX
Murat Bardakçi dîroknasekî kemalîst e. Bardakçi, di vê nivîsa xwe da qala bidestxistina arşîvekê û rapora serokkomarê Tirkiyê yê kevn ya li ser kurdan Celal Bayar dike. Lê navê xwediyê arşîvê nabêje, dibêje malbatê ebûl nekiriye.

Rapora Celal Bayar, di sala 1959a da li ser kurdan hatiye hazirkirin. Bardakçî hemûyê raporê nedaye, hin beşên ne tahlûke, yên hatiye hesabê wî daye. Di vî beşî da navê 38 kurdên dewletê mohra ”kurdperweriyê” li wan xistiye hene.

Di eynî salê da dewletê li hemberî kesên piçekî bîna kurdayetiyê jê dihat dest bi operasyonekê kir û 50 kurd girtin bin çavan û xwestin wan îdam bikin. Ev doz bi navê DOZA 49an derbasî dîroka kurdan bûye. Navê gelek kesên Doza 49a di rapora Celal Bayar da hene.
Di nivîsê da zêde tiştek tuneye, lê ji bo naskirina 38 kurdên navên wan hatiye dayin muhîm e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE