11 maj 2014

Derdê milet nayê kişandin



Bi rastî jî derdê milet nayê kişandin. Yek dibêje kin e, yê din dibêje dirêj e.
Yek dibêje reş e, yê din dibêje spî ye...
Yek dibêje baş e, yê din dibêje şaş e...
Yek dibêje tîr e, yê din dibêj erohn e...
Yek dibêje weleh te îcar baş nivîsîye û te tiştên pir girîng û bi aqil gotine.
Yê din dibêje, weleh nivîsa te ya îcar qet neket serê min.
Tu qala Erdogan û siyaseta wî ya li hemberî kurdan dikî ne bi dilê herkesî ye.
Hinek dibêjin, ma hewce ye tu qala Erdogan dikî, ji xwe ew neyar e.
Yekî din bi hêrs dibêje, weleh yê herî baş dîsa Erdogan e, wî gelek maf daye kurdan…
Tu şaşiyeke PKKê rexne dikî, deh dibêjin her bijî, sed heb dibêjin bimre…
Yanî derdê milet nayê kişandin û weselam…

XXX
Ev çendake ez bûme xwedî telefoneke touch ya nuh. Hîn nizanim baş bixebitînim. Telefonên bi bişkok rehet bûn, lê ev bêxwedî hezarûyek teknîkên wê hene. Welhasil bikaranîn zor e.
Ez bere bere numreyên hevalan derbasî ya nuh dikim. Hercar rastî navên çend hevalên wefatkirî têm. Nuha jî dîsa eynî tişt bû. Bi hesret û êşeke mezin min navê wî jî xera kir. Ev heft sal bûn min hîn dest nedabû navê wî, ew bi xwe ra digerand.
Wê rojê bi heman êşê û xemgîniyê min navê çend hevalên din jî xera kirin…
Mirin bêbext e, meriv çiqasî egîd be jî nikane pê…

XXX
Roja hemû dayikên kurd, dayikên dilovan, fedekar û canfîdayên Kurdistana azad pîroz be.
Ji Stockholma xopan, ji min û Hêvî xanimê barek silav û evîn ji dayika min û ji dayika Hêvî xanimê û ji hemû dayikên kurd ra…
Bi hurmet em dayikên xwe û hemû dayikên kurd himêz dikin…

XXX
Rejîma Îranê dike 59 kurdên din jî îdam bike, lê alimên me û piraniya kurdan hîn jî li hemberî vê wehşetê bêdeng in.
Kurdên ji bo filistîniyan, ji bo îdamên li Misrê dadikevin kuçe û kolanan û gewriya xwe diçirînin, li hemberî vê qetlîama birayên xwe mixabin xwe kerr û lal dikin.
Siyaseta ne tewî kurd kirine miletekî ne ji xwe ra, miletekî şeqşeqçiyê xelkê…
Ez wek kurdekî vê biryara qetlîama kurdên Îranê rûreş û şermezar dikim!
Bimre rejîma celad!
Bimre qatil û neyarên miletê kurd !
2014-05-10

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE