28 maj 2014

Dibê merivbi ya dilê xwe bike

Min nuha bîstekê li daweteke Culemêrgê ya Jîrkiyan temaşe kir. Dawet ya lawê axayekî Jîrkiyan û li gundekî bû.

Çend tiştan bala min kişand.
Yek jê, bi kîloyan zêr û xişir bi jinan ve bû. Ne îşê zêr û xişir bû. Hema hema her xanimê kember û qolana zêr girê dabû, bi kîloyan zêr kiribû hustuyê xwe, dabû serê xwe.

Erê berê jî jinan zêr bi xweve dikirin, ev kultureke kurdî ye. Lê ne bi vî rengî.Tiştê min dît dîmenekî fahş û pir ne xweş bû, ji usûl adetê derxistibûn. Wek meriv bi milyonan pere bi xwe ve ke. Quretî û fexreke bi vî rengî qet ne xweş e.

Li alî din ev jî nîşan dide ku gundiyên wan deran pir dewlemend in. Însanên feqîr nikanin kemberên zêr û hewqas xişir bi xwe ve kin. Mesela li herêma me ew zengînî tuneye…

Tiştê din yê bala min kişand, jin û mêran(peya û pîrekan)cihê cihê govend digirtin, yanî jin û mêr neketibûn destên hev, cihê cihê dilîstin.

Li Wêranşarê, Qerejdaxê jin û mêr, nas ne nas dikvin destên hev. Heta dema jinên xwediyê dawetê nekevin destên mîvanan, mîvan dixeyidin û dibêjin heger pîrekên(jinên) we ewê neketana destên me çima we ji me ra xelat şand û em ezimandin?

Yanî li herêma di dawetan da peya û pîrek(jin û mêr)dikevin destên hev û ev yek jî pir normal e. Dema meriv nehêle, neke şerm tê dîtin.

Gelo li herêmên Kurdistanê yên din çawa ye, li ku derê peya pîrek dikevin destên hev û li ku derê nakevin destên hev.

Di vî warî da em wêranşarî pêşketî û modern in û di dawetan da peya û pîrekên me, keç û xortên me dikevin destên hev û heta carnan diyariyan jî didin hev…

XXX
Dilê te çawa dixwaze wer bike,
heta ji te tê gurra dilê xwe bike...



XXX
-Merivê bêexlaq wek qafika(guldanka, saksiya) şikestî ye, ne qafike ne je jî çamûr e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE