06 maj 2014

Dîsa di hingedinga kar da me


Ev du roj in dîsa di hingedinga kar da me, ji zêdeyiya kar nikanim serê xwe bixurînim. Loma jî do min pê ra negîhand rêzekê jî binivîsim. Û êvarî jî gelkî westiyayî û bêcal bûm, loma jî min zû serê xwe danî, yanî zû raketim.

Sibe û dusibe jî ne li mal im, li ciyê kar dîsa konferanseke me heye. Emê du rojan herin hinekî bikin leqleq û dû ra bixwin û vexwin û kêf bikin. Tew îcar belkî em qîtikê û zirnezîqê jî bilîzin…

Perê dewletê pir e, sebebekî dibîne û pera dirjîne. Ez feqîrê Xwedê jî mecbûr im bi wan ra hol bim…
Diziya swêdiyan jî ev e, salê çend caran diçin kêf dikin.

Lê diziya swêdiyan li hemberî ya tirkan wek birînê kêçê ye, diziya tirkan bi milyon dolar û euroyan dest pê dike.
Ya swêdiyan ne wiha ye, ya wan konferansên li dereke xweş, xwrina xweş, vexwarin û tiştên wiha ne.

Lê siyasetmedar û burokratên tirk tenezulî tiştên wiha biçuk nakin, yê wa nya dibê qutiyên solan tije dolar bin û ya jî saetên bi sedhezar dolarî bin.

Yanî meriv dikane bibêje tirk deve tevî hawidê wî ve dadiqultînin, camêran wek marê anakonda ne, zîhayê bêteşe ne.
Ez bawer nakim di diziyê da, di derewan da, di fort û quretiyê da, di leqleqa vala ya bi saeetan da, di sextekariyê da tu kes bikanibe bigihîje siyasetmedar û civata tirk.

Di 14ê îlonê da li Swêd hilbijartinên giştî hene. Berî wê jî yê Parlamentoya Ewrûpayê heye.
Donepêr, di telewîzyona swêdî da di nabên 8 partiyan da minaqeşe hebû. Heyşt(8)kesan mesela bêkariyê, mesela kal û pîran, mesela zarok û mekteban, mesela biyaniyan û gelek meselên din tenê 45 deqîqeyan minaqeşe kirin.
Ma li Tirkiyê tiştekî wiha cara mimkûn e?

Li Tirkiyê bi dehan kanal herşev hetanî destê sibehê serokkomariya Erdogan û şerê nabêna Gulen û Erdogan minaqeşe dikin. Her şev eynî tişt e. Ne diwestin, ne xewa wan tê, dipeyivin û dipeyivin…

Ez dibêjim meriv li telewîzyonên tirkî temaşe neke merivê pir rehet bike….
Kurd ji tirkan veqetin ewê reht bikin, heta em tevî waqn bin vê eziyetê emê jî bişînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE