04 maj 2014

Her kurd heger bixwaze dikane li dijî asîmîlasyonê tiştekî bike

Gelo her kurd, her kurdê kurdperwer dikane li dijî asîmîlasyonê tiştekî bike, kevirekî, xilikekî, xîçekî bide ser bend û dîwarê parstina zimnê kurdî?
Belê dikane bike.

Hema bi hevalê xwe yê kurdîzan ra bi kurdî bipeyive bes e. Li zanîngehan keç û xortên kurd bi hev ra bi kurdî bipeyivin ew jî welatparêziyeke mezin e. Ew jî micadeleyeke li dijî asîmîlasyonê ye.
Yanî dema meriv bixwaze, herkes pir hindik dikane li dijî asîmîlasyonê tiştekî bike.

Îcar yên di vê şiûrê û zanînê da be û dîsa jî neke, dîsa jî jiyana xwe bi tirkî bijî, wê demê çi bibêjî vir e. Bi kêmanî li ba min wiha ye.

Ez bi xwe ev 30 sal zêdetir e bi kurdê kurdîzan ra tu carî bi tirkî napeyivim û sohbet nakim. Yanî dema meriv bixwaze dibe…

XXX
Dawud Rêbiwarê hêja ji tevliheva kurdî gazin kiriye û gotiye, ”hemû ezaya nestandardiya kurdî ya di navbera weşanxaneyan de ez dikişînim. ez rebenê Xwedê, rojekê "welê" rojekê "wîlo", mehekê "nîsan" mehekê "avrêl", carekî "ewê" carekî "ew ê", .... tew ji rûyê wan de, heçî kurmanciya min a heyî jî wê bibe tirşik û biçe”

Dawudê hêja, rast e, di nava kurdan da hîn standarteke kurmancî tuneye, herkes bi hawakî dinivîse. Lê belê dibê meriv bi xwe heta ku mimkûn e hawakî nivîsandinê bike standart.
Yanî dibê meriv zû bi zû bi teqal û ber bayê xelkê, herkesî nekeve.
Mesela hin kes dibêjin ”ku” û hin jî dibêjin ”ko”.
Em bi xwe li herêma Wêranşar, Rihayê dibêjin ”gi”, ”gi ez bikanibim ezê werim.”
Lê min dev ji ”gi” ya xwe berda û ez tim ”ku” bikar tînim. Serê min jêkin jî ez nabêjim ”ko” û xelas. Ez tu carî nabêjim ”wîlo” !
Yanî dibê meriv bi xwe di nivîsên xwe da ”şaşiyekê” bike standart. Ev ji şorbê çêtir e.

XXX
"75 salî me, şehîd dibim, tevî şehîdên Kurdistanê dibim. Dêrsim mexlûb dibe, lê belê kurdayetî û Kurdistan ewê bijî.
Xortên kurd ewê heyfa me bigrin. Mirin ji zaliman ra!"
Seyid Riza


Hemû şehîdên Dêrsimê û Kurdistanê bi hurmet û evînek ji dil bibîr tînim. Bira ciyê wan buhuşt be. Neviyên Şêx Seîdê kal û Seyid Riza ewê temî û wesiyên wan bicih bîne û heyfa wan ji neyarê faşîst bigre. Kurdistana kurdan miheqeq ewê çê bibe!

XXX
Welatê meriv wek mala meriv e, bira mala meriv be bira holik be. Meriv di holika xwe da ji qesir û qonaxa xelkê rehettir, azadtir û bextewartir e.
Loma jî naxwazim di mala xelkê da "kirêcî û li welatê xelkê multecî" bim. Dixwazim wek ferdê her miletî xwedî mal û xwedî welat bim.
Xewn û xeyala min ev e, dibê ya hemû kurdên ”kirêcî” û multecî jî ev be, daxwaza mal û welatekî azd be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE