13 maj 2014

Me ne ji hêzên îslamî û ne jî ji yên çep heta nuha tu xêr nedîtiye

Kurdan heta nuha ne ji Îslamiyetê û ne jî ji çepîtî û komunîzmê tu xêr û feyde nedîtine. Bira feyde li wir bimîne, di ser da ji herdu îdeolojî û cepheyan jî zirar û heta xerabî dîtine û dibînin.
Lê miletên din ya ji Îslamiyetê ya jî ji çepîtî û komunîzmê feyde dîtine û dibînin. Û hinek jî ji herdu aliyan jî feydeyê dibînin.
Mesela him hêzên îslamî û him jî hêz û grûbên çep alîkariya filstîniyan dikin. Çep alîkariya çepan, îslamî jî alîkariya îslamiyan dikin...
Afganî, hewitinê, him hêzên îslamî û him jî komunîst û çep alikariya wan kirin û dikin.
Bosnî, hêzên îslamî û ewrûpiyan heta tu bixwazî alîkariya wan kirin.
Îran, Sûrî, Misir, Libya û gelek welatên din jî wiha ye, ya hêzên îslamî ya jî yên çep alikariya wan dikin.
Lê yê kurdan ne îslamî û ne jî çep, tu kes piştgiriyê nade wan, îslamî jî dixwazin kurdan bixapînin û çep jî.
Îslamî jî li dijî azadî û serxwebûna kurda ne û çep jî…
Li tu beşekî Kurdistanê tu hêz, tu dewlet bê menfaet, bê xapandin, ji dilpakî alîkatiya kurdan nake.
Yên xwe nêz dikin jî ne ji bo alîkariyê, ji bo zirarê, ji bo ku kurd ji bin destên tirkan xelas nebin xwe nêz dikin.
Li Tirkiyê rast, çep, kumunîst û îslamîst hemû bi hev ra dixwazin kurdan di tasek av da bixeniqînin.
Çend bêkes û rebenên xwe nêzî kurdan kirine jî ne ji bo xêrê ye, ji bo ku dewleta wan perçe nebe û ji bo bibin xwedî meqam û meaş xwe wek dostên kurdan nîşan didn.
Ne hemû bin jî lê piranî wiha ne.
Çimkî hemû jî merivên bêkes û bêkar in, bi xêra kurdan bûn serokên belediyan û parlamenter. Nikanîbûn parlamenteriyê di xewna xwe da jî bibînin.
Lê kurdan ew kirin parlamenter.
Ma Ufuk Urazê kurdan kir parlamenter ka li ku ye, ji bo kurdan çi dike?
Sibe bi xêr Kurkçu û yên din jî ewê eynî tiştî bikin.
Netîce rast jî û çep jî, herdu serî jî naxwazin bi destê me, dixwazin bi nigên me bigrin û me ji dewleta xwe ra bêjin ji erdê da…

XXX

Bêlome be, do serokê Parlamentoya Kurdistanê bû, îro dixwaze Erdogan wî ji AKPê bike parlamenter

Yaşar Kayayê 76 salî li ser pirsa, ”Heger AKP parlamenteriyê teklîfî te bike, tu yê çi bibêjî?”, gotiye, ”Ezê bibêjim erê, lê belê ewê di nava AKPê da mafê jiyanê nedin min.”

Weleh kes tiliya xwe jî bi te nake, piştî ku tu ev mêr bî, çima ewê bela xwe di te bidin?
Û piştî vê xeyala xwe ya parlamenteriyê jî camêr gotiye, ”Sempatiya wî ji pênc kesên AKPyî ra heye. Erdogan, Gul, Arinç, Hueseyîn Çelîk. Û Cemîl Çîçek.”

Gotineke heye, dibêjin ”navî giran e, warî wêran e”!
Sosireta din ya herî mezin jî, dema xanima bi Kaya ra hevpeyvîn kiriye, dibêje, ”Ew Erdoganê hûn wî teqdîr dikin, ji bo Roboskiyê hîn uzir jî nexwstiye.”

Li hemberî vê gotina wek şîrmaqekê Kaya wek berdevkê Erdogan meselê li bin guhê hev dixe û dibêje, ”Ew mesele ji bo min hinekî tarî ye. Kê kir, çima kir, gelo dewletê kir?...”

Wek tê dîtin, Kaya jî wek berdevkekî Erdogan, vê qetlîama bi emir û agahiya Erdogan hatiye kirin şêlû dike, qatilê wê vedişêre…
Dema meriv kurdê wiha reben, ne tu tişt dibîne meriv baştir fêm dike ku çima heta nuha em bi ser neketine…
Rebeno, ji pênc kesên ku dewleta tirk îdare dikin hez dike û dixwaze ji AKPê bibe parlamenter…
Fermo, çapa mezinên kurdan ev e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE