21 maj 2014

Sibe ezê raya xwe bidim Kurdo Baksî

Di 25ê vê mehê da li Swêd hilbijartinên Parlamentoya Ewrûpayê heye. Bîstûheyşt(28)welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo 5 salan ewê 751 parlamenteran bişînin Parlamentoya Ewrûpayê.
Di nava 751 parlamenterî da para Swêd 20 parlamenter in. Yanî Swêd ewê 20 parlamenteran bişîne Parlamentoya Ewrûpayê.

Li Swêd ji 7 partiyan 8 kurd ji bo Parlamentoya Ewrûpayê namzediyên xwe danîne.
Lê belê ji van her heyşt(8) kesan şansê yekî/yekê jî yê qezenckirinê tuneye.
Ji ber ku yek jî ne di rêza 1, 2, 3 û çaran da ye. Ez bawer dikim yê di rêza herî baş da Kurdo Baksî ye û ew jî ji partiya jîngehê(partiya keskan) di rêza heyşta(8) da ye.

Lê rewş çi be jî wek hemwelatî, wek kurd emê raya xwe bidin partiyekê, namzedekî.
Li Swêd meriv dikane raya xwe bide partiyê ya jî şexs. Meriv dikane di raya partiyê da navê şexs îşraret bike û raya xwe bide şexs. Wê demê meriv raya xwe him dide partiyê û him jî dide şexsê meriv dixwaze.

Ji ber ku vê heftê ezê roja şemiyê û yekşemiyê bixebitim, loma jî ez mecbûr im raya xwe berî 25ê mehê yanî berî roja hilbijartinê bidim.

Xanim û Rojen ewê roja hilbijartinê herin raya xwe bidin, lê ezê sibe bidim. Me wisa li hev kiriye…
Ez fikirîm, em fikirîm, me got gelo em raya xwe bidin kîjan partiyê, kîjan kurdî?

Ez hemû namzedên kurd nas nakim, lê min beyan û hevpeyvînên wan xwendin, hemû jî kurdên welatperwer û baş in. Heger ne ji ber sebebên îdeolojîk be, meriv dikane raya xwe bide hemûyan jî.
Lê me biryara xwe daye, emê îsal rayên xwe bidin KURDO BAKSÎ.

Ez dizanim şansê wî yê qezenckirinê tuneye, ya jî pir kêm e, lê dîsa jî emê rayên xwe bidinê.
Ma em rayên xwe bidin swêdiyekî ewê çi kurk li me be, çi feyde bigihîje me?

Belê, malbata Zinarê Xamo îsal ewê rayên xwe bidin Kurdo Baksî . Ezê sibe raya xwe li Huddîngê bidimê.

Ez îro raya xwe didimê ji bo ku sibe mafê min hebe ji bo kurdan gazinekê jê bikim, tiştekî jê bixwazim.
Ji nuha da ez ji hemû namzedên kurd ra serketinê dixwazim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE