21 augusti 2014

Alî Bulaç nan û ava Kurdistanê çavê te bigre


Alî Bûlaç rojnamevan û nivîskarekî  ereb e, îlahiyatçiyekî ne xerab e, ji Kurdistanê, ji bajarê Mêrdînê ye.
Yanî bi nan, av û hewa Kurdistanê mezin bûye. Di nava kurdan da, bi zarokên kurdan ra mezin bûye, zaroktiya wî bi zarokên kurd ra derbas bûye. Heta zanîngehê jî hevalên wî bi piranî kurd bûne. Bi îhtîmaleke mezin bi kurmanîcî jî baş dizane.
Lê ev  Alî Bulaçê Kurdistanî, cîran û hevalê zarokên kurd ji kurdan qet hez nake, qet xêra kurdan naxwaze,  tim bi konetî neyartiya kurdan dike.
Bira xêrxwestin li wir bimîne heta jê tê, gava fersendê dibîne tim fêsadiya kurdan dike, dewleta tirk tim li kurdan gurr dike.
Alî Bulaç merivekî  ne dobre ye, durû ye, loma jî neyartiya xwe ya li hemberî kurdan qet zêde nade der, heta jê tê vedişêre, pit bi qurnazî dike.
Bulaç, ev neyartiya xwe ya li hemberî miletê kurd di hevpeyvîna xwe ya Bas Newsê da careke din dubare kiriye.
Di hepeyvîna xwe da dewleta tirk li kurdan gurgîn dike, dibêje hukûmeta AKPê hêdî hêdî bingeha Kurdistaneke mezin davêje, dibê hûn nehêlin.
Bulaç bala dewletê dikşîne, dibêje:
”Li Tirkiyê pêşketineke berbî çêbûna dewletek kurd ya federe heye, dû ra ewê van perçeyan bînin ba hev û ewê Kurdistana mezin were avakirin. Di serê AKPê da hesabekî wiha heye, ”kurd naçin derekê, ewê di bin hîmaya min da bimînin.” Li gorî qenaeta min ewê di bin vî hesabî da bimînin. Dibêjin, ”Emê bi vê riyê ji petrolê para xwe bigrin, loma jî bira Kerkûk têkeve bin hîmaya kurdan, kara me di vê da heye.”
Hukûmeta AKPê îro bi zanîn, sîstematîk hêdî hêdî Kurdistanekê derdixe ortê.
Ji xwe bi vê projeyê dixwazin Başûrê Rojhilat tevî Bakurê Îraqê bikin. Nuha li Tirkiyê asasê dewleteke kurd tê avêtin. Mesela çend wîlayet bûn bajarên mezin. Ne xwe tu mantixekî ku Mêrdîn û Riha bibin bajarên mezin tuneye."
Wek tê dîtin Bulaç bi van gotinên xwe dewletê, nîjadperest û faşîstên tirk şiyar dike, wan li hemberî kurdên başûr pîj û tahrîk dike,  ji wan ra dibêje ma hûn nabînin, wa ye Kurdistan çê dibe, dibê hûn nehêlin Kurdistan çê bibe.
Ji Erdogan ra jî dibêje hesabê te şaş e, bi vê siyasetê tu him Tirkiyê perçe dikî û him jî ji kurdan ra bingehê Kurdistana mezin davêjî.
Û vê camêr fêsadiya xwe jî pir bi hostayî, bi ziman û uslûbeke nerm dike.
Ji ber ku Kerkûk ketiye bin kontrola kurdan Bulaç pir aciz e, pir pê zor tê, li gorî wî kurdan Kerkûk bi hîle û zorê girtine.
Loma jî dixwaze dewleta tirk di mesela Kerkûkê da li hemberî kurdan siyaseteke hîn êrîşkar û dijminane bimeşîne. Li ser pirseke derbarê pêşeroja Kerkûkê da Bulaç fêsadiya xwe wiha domndiye:
”Di qanûna Esasî ya 2005a da ji bo Kerkûkê  mafê referandûmê qebûl kiribûn. Kerkûk di seranserê dîroka xwe da tim bûye cî û warê tirkmenan, ereban û kurdan. Lê belê piştî îşxalê dahîreya nufûsê û qeydên tapuyan hatin wendakirin. Û dû ra jî kurdan koçî Kerkûkî kirin. Yanî dengeya nufûsa Kerkûkê hat guhertin. Li vir êdî pêwîstî bi serjimêrekê û referandûmê nema, ji ber ku rewşeke fîîlî derket ortê. Li gorî baweriya min di pêşerojê da tiştê tayinker rewşa fîîlî ye. Û ev rewşa fîîlî jî ji xwe heye.”
Wek tê dîtin Bulaç Kerkûkê wek bajarekî kurdan nabîne, li gorî dîtina wî kurdan Kerkûk bi sextekarî û bi zorê ji ereb û tirkmenan girtine. Ji xwe dema navên nişteciyên bajêr jî dijmêre kurdan digre dawiyê, dibêje ” Kerkûk di seranserê dîroka xwe da tim bûye cî û warê tirkmenan, ereban û kurdan”.
Navê tirkmen û ereban berê dibêje, kurdan di dawiyê da û ew jî bêdil dinitirîne. Heger mimkûn bûya ewê navê kurdan tew negota.
Ji ber ku pêşeroja kurdan hinekî ronî xuya dike bi Bulaç zor tê, loma jî dixwaze dewleta tirk rê li ber vê pêşketinê bigre, nehêle kurd bibin xwedî desthilat û xwedî dewlet. Îhtîmala çêbûna Kurdistanê wî dîn û har dike.
 Nîjadperestekî tirk jî ancax hewqasî neyartiya kurdan dike, ancax hewqasî xêrnexwazê kurda ye.
Nan û ava Kurdistanê  li te heram be, çavê te bigre…






Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE