15 augusti 2014

Çare dibê em jî wek her miletî bibin xwedî dewlet


Min dixwest nuha ji we ra qala rêwîtî û gerra xwe ya Kurdistanê bikim. Lê trajedî û qetlîama li Şengelê hat serê kurdên êzdî vê kêfxweşiyê di dilê min da diqurçimîne û ji dilê min nayê di demeke wiha xemgîn da ji we ra qala kêfa min borandîye bikim. Loma jî berê wê dixwazim çend gotinan li ser qetlîama miletê kurd û kurdên êzdî ya van rojên dawî bikim.
Bi dîtina min di trajediya Şengalê da sûcê berpirsiyarên herêmê û ya hukûmeta Kurdistasina Federe mezin e. 
Dibê pêşmerge û hêzên ewlekariyê yên herêma Şengalê berî êrîşa ÎŞIDÊ tedbîrên xwe girtibûna û Sincar hewqasî bi hêsanî teslîmî van qatilan nekiriba. Dibê li hemberî êrîşê liberxwedaneke mezin nîşan bidana. Lê nedan. Û ev jî kêmasiyeke pir mezin e. Pêşmerge Şengal pir erzan teslîmî çeteyên ÎŞIDê kir. Ev rastiyeke.
Ji xwe wa ye serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kêmasî û mesûliyetên berpirsiyarên Sîncar û Şengalê qebûl kiriye û kesên berpirsiyar ji karên wan dûr xistine û di heqê berpirsiyaran da lêkolîn daye vekirin. 
Ev yek gaveke baş e û dibê kesên sûcdar him eşkere bibin û him jî bê ceza nemînin.
Berî her tiştî ev êrîş dibê ji bo kurdan ne surprîz bûya, dibê kurd ji vî alî ya jî ji wî alî da hergav li bendî êrîşeke wiha bûna. 
Heger hetanî nuha kurdan li herêmê di warê leşkerî da tedbîrên xwe negirtine û hîn nebûna xwediyê çekên giran û cebilxaneyek mezin kêmasiyek pir û pir mezin e. 
Kes nikane bibêje kesî çek nedifirot me, pere hebe meriv dikane ji neyarê xwe jî çekan bikire. 
Yanî bahaneya çekên me yên giran tuneye, ne sebeb û mazeret e, bi eksê wê qusûr e, kêmasî ye. 
Û ev kêmasî berî herkesî ya hukûmetê ye. Dibê hukûmetê ev tahlûke bidîta û li gorî wê tedbîrên xwe yên leşkerî  û ewlekariyê bigirta.
Serokê herêma Kurdistanê û hin berpisiyarên kurd yên din di dema îşxala Mûsilê û revandina personalên sefarata Tirkiyê da digotin me îstîxbarata êîrîşa DAÎŞÊ girtibû û hukûmeta merkezî jî ji vê yekê agahdar kiribû. 
Baş e we ev îstîxbarat çima ji bo xwe negirt? Çima we li hemberî vê êrîşê tedbîrên xwe negirt?
Yanî di vir da him di warê leşkerî û him jî di warê îstîxbaratî da kêmasiyên pir mezin hene. 
Heger we dizanîbû hûn nikanin bi DAÎŞÊ ra şer bikin, wê demê dibê we bajar û herêm vala bikira, berî êrîşê milet ji herêmê dûr bixista, nehîşta qatilên DAÎŞÊ vê zulmê û barbariyê li miletê kurd bike.
Bi kurtî di vê trajediya kurdên êzdî da him sûcê berpirsiyarên herêma Şengalê yên leşkerî û him jî yên siyasî heye. Loma jî dibê di vî warî da hemû kesên berpirsiyarên vê trajediyê werin tespîtkirin.
Li alî din di her musîbetekê da xêrek jî heye, belkî bi ”xêra” vê musîbeta mezin kurd li hemberî êrîşên wiha him tedbîrên xwe bigrin û him jî yekîtiya xwe xurt bikin. 
Ji bo dijminên me pîvaz çi sor çi spî ye, yanî kurdê baş û xerab tuneye, hemû kurd neyarên wan in û qetla wan helal e. 
Heger li Şengalê ji dêlî êzdiyan ve kurdên sûnî ya jî elewî jî hebûna van qatilan ewê dîsa jî eynî tişt bianîna serê wan. Ma li Kurdistana rojava eynî tiştî naynin serê kurdên sunî!
Yanî ferqiyetên me yên siyasî, mezhebî, dînî û  îdeolojîk ji bo neyarên me qet ne muhîm in. Çimkî ew ji ferqiyetên me yên siyasî, dînî û mezhebî bêtir, li dijî hebûna me ne, li dijî hebûna kurd û Kurdistanê ne. 
Dibê em baş bizanibin, ji bo ku kurd Kurdistanê dixwazin ew êrîşî me dikin, serê zarok, jin, kal û pîrên me jê dikin û dixwazin wek milet koka me biqelînin, me ji ruyê dinyayê rakin.
Ji bo ku kurd dixwazin bibin xwedî dewlet vê wahşetê dikin, me mahkûmî serê çiyan dikin.
Û loma jî heta ku kurd jî wek her miletî nebin xwedî dewlet qetlîamên wiha ewê tim û tim par û qedera me be. 
Çare dibê em jî bibin xwedî dewlet, heta ku em nebin xwedî dewlet tepa xelkê ewê tim û tim li ser serê me be, carnan dewleta tirk, carnan dewleta Îranê, carnan Seddam û carnan jî DAÎŞ ewê wiha me qetil bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE