16 augusti 2014

Çîroka gera min a Kurdistanê

Ev 6 hefte ne ez û xanim li Kurdistanê li tahtîlî bûn. Em îcar li gelek cî, war û bajaran geriyan, me gelek derên xweş û dîrokî dîtin.
Bêyî Wêranşar û Diyarbekrê em çûn Rihayê, Herranê, Gobeklî Tepeyê, Xelfetiyê, Çiyayê Nemrûd, Dêrsimê, Elezîzê, Xarpêtê, Qereqoçanê, Betlîsê, Tetwanê, Wanê, Kela Xoşabê, Dêra Axdamarê. Me hefteyekê li ber gola Madenê/Hazarê rojên xweş borand.
Di vê gerra me da pismamê min Ekrem Çuvanlioglu û hevalê minê hêja Mehmet Vural bi me ra gelkî westiyan, bi erebeyên xwe em bi rojan gerandin. Li vir ez gelkî spasî wan û hemû dost û hevalên wek Sînan Demir, Zeher, Eyûbê Qeregêçî ku em li gund kirin mîvan û ji me ra berxekî wek beranekî şerjêkir, kekê hêja Osman Aydin em li herêma Dêrsimê û Elezîzê gelkî gerandin; dîsa A. Kadîr Îzol, Sertac Kaya, Mahir Kaya, Ishak Kaya, Recep Dildar, Hamdî Kuçukbayrak, A. Kadîr Kuçukbayrak, Sabahatîn Korkmaz, Nezîrê Cibo, Îmam Taşçier , Dr. Salih Ozgokçe, Medenî Avcîl, Alî Guneş, Funda Dalgali ku hemûyan jî wextên xwe dan me û em dilşa kirin. Ez spasî wan û hemû dost û hevalên din yên ku hatin ziyareta me û em ezimandin dikim.
Kekê Osman Aydin li gel wê nerehetiya xwe rojekê em li Dêrsimê, Elezîzê, Xarpêtê, pertek û Qereqoçanê baş gerandin û gelek derên xweş nîşanî me da.
Di vê gerra me da tiştê herî zor û zahmet germ bû, bi taybetî jî germa Wêranşarê, Rihayê û Diyarbekrê nedihat kişandin. Û di ser da jî gava meriv bêmal be, li otêlan û mîvanê xelkê be, a wê demê germ ji binda nayê kişandin.
Du sê gotin jî li ser xaniyê min.
Ez û xanim di 7ê temûzê da çûn Kurdistanê, me ji xwe ra xaniyek kirîbû, bi nêta em herin mala xwe raxin û têda bidin lotikan û dost û hevalan biezimînin.
Lê xeyala me pûç derket, xanî bû derew. Çîrok dirêj e, ezê li vir qal nekim, lê bi kinî xanî ne tu xanî bû, me neeciband û wek hercar em dîsa li otêlan hesilîn. Holikeke neqediyayî li wir e, were firotin baş e û neyê firotin jî perê me çû. Yanî min pûş kuta…
Piştî hewqas gotin dor hat ser rismên vê seyahetê. Fermo, bibînin bê em çûn ku û me çi dît û çi nedît…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE