31 augusti 2014

Sê rismên bavê min yên dîrokî

Di orta salên 1960î(1961-1970)da bavê min di nava  Partiya Karkirên Tirkiyê(TIPê)da û serokê şaxê Wêranşarê bû û heta partî hate girtin jî(1971) serok bû. Ji xwe ciyê(lokala) şaxê partiyê jî yazîxaneya bavê min bû.
Di dema hilbijartinan da ji ber ku serok bavê min bû loma jî yek ji xebatkarên partiyê jî ez bûm, yê al û bandrolên pariyê radikir, virda û wê da baz dida ji mecbûrî ez bûm.
Ez wê demê 15-16 salî bûm. Kes zêde beşdarî meş û çalakiyên me nedibû. Meş û mitîngên partiyên din qelebalix dibûn, lê yên me kes zêde nedihatê, kes zêde beşdar nedibû. Ev yek bi min zor dihat û min fedî dikir. Dema em çend kes, bavê min li pêş me di nava bajêr ra derbas dibûn xelkî di bin çavan ra li me dinêrê û  bi me dikeniyan.
Lê sebebê vê nivîsa min ne ew e ku ez qala dîroka TIPê ya Wêranşarê bikim.
Di vê çûna xwe ya dawî ya Kurdistanê da di albûma diya xwe da min sê rismênbavê xwe dîtin. Hersê risim jî di sala 1966a da li Meletyê di kongreya TIPê ya duyem da hatine kişandin.
Di du risman da bavê min û Çetîn Altan bi hev ra ne. Çetîn Altan di orta bavê min û Samî Kutlu da ye. Bavê min yê milê rastê û Samî jî yê milê çepê ye, ew li Wêranşarê terzî bû. Dû ra çû Stenbolê û li wir wefat kir.
Wek min li jor jî got, bavê min di nava TIPê da dixebitî û demakê li Wêranşarê serokatiya TIPê jî kir. Lê min nizanîbû ku ew wek nûner(delege) beşdarî kongreya TIPê bûye. Ez nuha ji  van risman fêr bûm ku bavê  min wek nûnerê Wêranşarê beşdarî kongreya TIPê ya duyem bûye.
Bavê min merivekî kurdperwer bû, ji xortan û teleban hez dikir, piştgirî dida wan. Ji xwe ji ber vê şêla wî ya kurdperwer piştî darbeya leşkerî ya 1980î dewletê rehetî nedayê û erdê wî yê ji 1960î da di destê wî da bû jê stend û da korîciyan.
Ji bo ku ev xebata bavê min neyê jibîrkirin û ev belge wenda nebe û bibe dîrok ez hersê risman jî diweşînim.
Li pişt risman tarîxa 24-11-1966 heye.


S

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE