23 augusti 2014

Serokwezîrtiya Davutoglu qet jî ne li "kara" kurda ye


Serokê Platforma Kurdên Demokrat “PDK-Bakur” Sertaç Bucak, di hevpeyvîna xwe ya telewîzyona Rûdawê da bi serokwezîrtiya Ahmet Davutoglu gelkî kêfxweş bûye û gotiye, ”hilbijartina Davutoglu pir muhîm e, li kara(menfeeta)kurda ye. Ez vê yekê him ji bo herêma Kurdistanê û him jî ji bo kurdên Tirkiyê dibêjim…”

Tu dibêjî belkî Davutoglu nabe serokwezîrê Tirkiyê, dewleta Kurdistan di bin îşxala wê da ye, dike bibe serokwezîrê Emerîka ya jî yê welatekî dost.

Serokwezîrtiya Davutoglu qet jî ne li ”kara” kurda ye. Hukûmeta AKPê heta nuha çi siyaset meşandibe, di bin serokwezîrtiya Davutoglu da jî ewê eynî siyasetê bimeşîne. Davutoglu çawa ku heta nuha tiştekî teybet ji bo kurdan û li kara kurdan nekir, ji îro pêda jî ewê neke û nake…


Mîmar û îdeologê siyaseta Tirkiyê ya Kurdistana Sûriyê Davutoglu ye, musebîbî şer û kaosa îro Davutoglu ye, li gorî stratejiya Davutoglu Tirkiyê piştgirî da ÎŞIDê û hemû çeteyên îslamî, ji herdera dinyayê bi hezaran qatil û sûtal civandin û şandin ser kurdan, mal û milkê kurdan talan kirin û bi hezaran kurd dan kuştin û koçkirin.


Davutoglu îslamîstekî panturkîst e, dixwaze Tirkiyê li herêmê bike dewleta herî xurt. Axaftina wî ya bi kurdan ra ne ji ber dilxwziya wî ya ji kurdan ra ye, ji mecbûrî ye. Kîjan wezîrê din bûya jî ewê eynî siyaset bajota. Ji ber ku hukûmeta AKPê piştî siyaseteke bi salan ya li dijî kurdan mecbûr ma dev ji wê siyaseta xwe ya dijminane berde û bi hukûmeta Kurdistanê ra siyaseteke qebûlkirin û naskirinê bajo.

Davutoglu jî wek Erdoga hîn tehamul nake navê Kurdistanê bi diristî bigre devê xwe.

Ez bawer nakim serokwezîriya Davutoglu tiştekî ji ya Erdogan bêtir û baştir ji kurdan ra bîne. Ji ber ku Davutoglu bi tayina Erdogan dibe serokwezîr û loma jî ewê tur carî nikanibe li hemberî kurdan û Kurdistaba Federe siyaseteke ji ya Erdogan baştir û pêşdetir bimeşîne. Ji Davutoglu hêviyeke wiha bêbingeh e.

Erdogan çi emrî bide wî, ewê wî emrî bicî bîne û wê siyasetê bimeşîne. Loma jî dibê meriv bi çavê serokwezîrekî serbixwe, xwedî dîtin û siyaseteke seribixwe li Davutoglu nenêre. Û di mesela kurdan da jî kêmzêde ewê katibekî li ber destê Erdogan bixebite.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE