28 augusti 2014

Wey mala Xwedê hezar carî ava be...


Wey mala Xwedê hezar carî ava be, piştî 8 salan dawiya dawî li Kurdistana başûr biryara yekkirina hêzên pêşmerge hat dayin. Birayara yekkirina hemû hêzên pêşmergeyan do ji alî serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ve hat îmzekirin.

Li gorî vê biryara Parlamentoya Kurdistaê, pêşmergeyên hemû hêz û partiyan dibin yek û dikevin bin emrê wezareta pêşmerge. Bi gotineke din, ji nuha û pêve Kurdistana Federe jî êdî dibe xwedî hêzeke çekdar ya daimî.
Bêguman ev biryar, biryareke pir dereng e, dibê 8 sal berê dema PDKê û YNKê li hev kirin û hukûmeta Kurdistanê çê bû bihata girtin.

Hukûmeta herêma Kurdistanê heger îro xwedî hêzeke leşkerî ya profesyonel bûya belkî jî qatilên ÎŞIDê ewê nikanîbûna bi vê rehetiyê Şengal îşxal bikirana.

Lê bi derengî be jî biryareke pir baş e, miletê kurd ji zûda ye li bende vê biryarê bû.
Biryara yekkirina hêzên pêşmerge li gelê kurd pîroz be…

XXX

Heger te yê ji pê ji Erdogan ra li çepikan xista...

Li Tirkiyê siyaset qirêj bûye, pîs bûye, bêexlaqî, bêpirensîbî, durûtî bûye norm, bûye kultureke siyasî.

Meriv nizane li hemberî çi derkeve, li hemberî çi dernekeve, nizane kê rexne bike, kê rexne neke.

Ez difikrîm li ser hevpeyvîn û mesajên Sirri Sureya Onder û cansîperbûna wî ya ji heykelên Ataturk ra çend gotinan bibêjim, lê min hew dît ku wa ye bûyereke ji wê jî muhîmtir di medya sosyal da olan dide.

Serokê HDPê Selahetîn Demirtaş, dema Erdogan di meclîsê da sond xwariye rabûye ji pê û jê ra li pê(li ser niga)li çepikan xistiye û avêtina pirtûka qanûna esasî ji serokê meclîsê da jî wek bênezaketî şirovekiriye.

Seokatiya HDPê meriv dixe vî halî, meriv wiha dişeqizîne û dadixe nuxteya ji Erdogan ra li çepikan xe…

Cêmer bûye wek lampeyên loş, serê saniyê reng diguherîne, geh sor dibe, geh kesk û hişin dibe, geh rast lê dixe, geh çep lê dixe. Carnan dilê kurdan xweş dike, carnan jî dilê qatilê kurdan.

Çepiklêdana ji Erdogan ra piştgiriya wî û siyaseta wî ya li hemberî miletê kurd e, qebûlkirina dizî, bêqanûnî û terora wî ya li hemberî gelê kurd e.

Bi emrê Erdogan bi hezaran zarokên kurd htine kuştin, bi tonan bombe bi ser serê kurdan da hatine barandin û Demirtaş ji herkesîbêtir bi vê yekê dizane û ev terora dewletê bi sedan car mahkûm kiriye. Lê îro ji berpirsiyarê vê zulmê û vê terorê yê dereca yekê ra li çepikan dixe, serokkomariya wî pîroz dike…

Heger te yê ji Erdogan ra ji pê li çepikan xista çima te hewqasî xwe lê radikişand, çima te ew axaftinên sentîmental dikir?

Welhasil bi serokatiya siyasetmedarên wiha emê tim li çonga xwe xin û bibêjin me çima li xwe weha kir ?



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE