18 augusti 2014

Ya Kurdistan ya neman !

Piştî 6 hefte bînvedan destpêkirina kar gelkî zahmet e, meriv hemû kod û rûtînên xwe ji bîr dike. Gelek rûtînên kar di hafizeya min da nemane, heta ez werim ser xwe ez bawer dikim ewê çend rojan bigre.
Di medyayê da li gorî hefteya borî îro xeberên dilşadkir hene, kurd li başûr derbên giran li qatilên Dewleta Îslamî didin. Ev yek dilê hemû kurdan şad dike.
Ez hêvî dikim di demk kin da qatilên DÎ ji hemû Şengalê werin paqijkirin û kurd bikanibin bi rehetî vegerin mal, cî û warên xwe.
Dibê kurdên êzdî Şengalê terk nekin, ji bo vê yekê gerek hukûmeta Kurdistanê her tedbîrê bigre û rê nede koçkirina êzdiyan.

XXX
Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî di beyana xwe ya dawî da ji gelê kurd û hêzên pêşmerge ra gotiye, ”ya Kurdistan ya neman!”
Şîarek rast e, dibê hemû serok û partiyên kurd wiha bibêjin.
Çimkî heta Kurdistan çênebe ji me kurdan ra li tu beşekî Kurdistanê rehetî tuneye, emê tim wek pezê qurbanê geh li vî beşî û geh jî li wî beşî werin şerjêkirin.
Miletê bêdewlet miletê bindest e. Heta em wiha bidest û bêdewlet bin tarejediyên wek Şengalê ewê tim par û qedera me be.
Ji bo azadî û dewletbûnê jî dibê em welatê xwe heta mirinê biparêzin, li hemberî êrîşên neyaran welatekê xwe neterikînin.
Çare ne rev e, paparastina Kurdistanê ye, tifaq û liberxwedana netewî ye.
Bijî kurd û Kurdistan!
Bijî tifaqa miletê kurd û liberxwedana pêşmerge û gerîla!
Bimre bindestî!

XXX

Em ji 40-44 derece germiyana Wêranşarê û Diyarbekrê aciz bûn, ji ber germê û kelakela rojê qareqare me bû. Em hatin Stockholmê îcar jî baranê û sermayê da ser me, nuha jî em ji baranê û sermê gazinan dikin.
Min got ez îro derkevim der, herim qahwê, bîstekê bejn û bala xwe nîşanî milet bidim, lê wa ye baran nahêle, li der ximexima baranê ye…
Axir li tu derê rehetî tuneye û we selam…


2014-08-16

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE