30 september 2014

Erdogan bi agir dilîze!


Do bi şev nîvê şevê Erdogan ban Davutoglu kir û pê ra nîv saetê peyivî. Çi emir û taktîk dayê em nizanin.
Vê sibehê zû Davutoglu bi heyeta wezîran ra civiya. Tê gotin ku rojeva civînê Sûriye, kurd û tezkere bûye.
Lê belê Davutoglu ji nişkave civîna heyeta wezîren di nîvî da hîştiye û biryara civîna ”parastina taybet” daye û îcar ew civîn li dar xistiye.
Ev, civîneke hîn bilindtir û hîn muhîmtir e.
Ev telaş û heyecana Erdogan û Davutoglu ne ji xêrê ra ye, Erdogan li bela xwe digere. Serketinên kurdan yên li başûr û rojhilatê Kurdistanê, piştgiriya Emerîka, lêdana Daîşê ji alî hêzên koalîsyonê ve Erdogan dîn kiriye, dixwaze bela xwe di kurdên rojava bide, êrîşî PYDê bike û têkeve Kurdistana rojava. Meriv ji beyan, şêl û tevgera Erdogan viya fêm dike. Bi kêmanî hesabê vê dikin.
Ji ber ku Erdogan dibêje dibê li Sûriyê kurd nebin xwedî statuyeke siyasî, dibê wek kurdên tirkyê bindest bimînin.
Erdogan bûye lîderekî pir tahlûke, bi agir dilîze û neyartiya kurdan pê ra bûye wek nexweşiyeke şîzofrenîk.
Erdogan ketiye hawa serokên Îttihatçiyan(Enver, Talat û Cemal), wan jî qirkirina ermeniyan kiribûn serên xwe.
Erdogan jî bi rengekî din teslîmgirtina kurdan û têkbirina wan ya leşkerî kiriye serê xwe.
Heger hin kesên xwediyê ”aqlêselîm” wî ranewestînin ewê belayekê bîne serê Tirkiyê û me kurdan.
Hêvî dikim hukûmeta AKPê, dewleta tirk gaveke saş navêje….

XXX


Bi vê xebera BasNewsê ez pir û pir kêfxweş bûm, dawiya dawî pêşmerge û gerîlayên kurd destên xwe dan hev û bi hev ra êrîş birin ser neyarê xwe yê mişterek.
Li gorî BasNewsê, berpirsiyarekî PDKê û YPGê li ser tifaq û hevkariya gerîla û pêşmergeyan ya li dijî Daîşê li hev kirine. Û piştî vê peymanê gerîla û hêzên pêşmerge li herêma Mûsilê û Şengalê ji çend eniyan da êrîş birine ser Daîşê û gelek çete kuştine û qeza Rabîa jî girtine.
Ji zûda bû gelê kurd li bende vê biryarê bû. Gelek spas. Gelê kurd îro ji her rojê dilşadtir e.
Bi vê tifaq û yekîtiya gerîla û hêzên pêşmerge ne tenê emê li hemberî neyarê xwe xurttir bibin, devê fesad û gelacên herdu aliyan jî ewê were girtin, ewê jî êdî wek berê nikanibin di bin xêliya pesindana aliyekî da fesadî û neyartiya aliyê din bikin.
Ser zêrê be, çavê me hemû kurdan ronî be. Em îro xurttir in.
Her bijî tifaq, hevkarî û yekîtiya hêzên kurd!
Her bijî hevkarîya gerîla û hêzên pêşmerge!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE