17 september 2014

Hatîp Dîcle jiyaneke li peravên derya Bodrumê xeyal dike

Hatîp Dîcle vukuatek din derxist, dîsa got DEVE!
Dîcle di hevpeyvîna xwe ya di rojnamya Vatanê da henekeke  Mûsa Anter, ”Em Bodrumê û Marmarîsê ji we ra nahêlin û naçin çiyan”  bi rengekî cidî dubare kiriye û bi vê numûneyê hezkirina xwe ya Tirkiyê aniye zimên
Bi vê numûneyê Dîcle careke din dibêje, ew Kurdistaneke serbixwe naxwaze û li dij e ku kurd ji Tirkiyê veqetin. Û ji xwe tiştekî wiha ne li kara kurda ye jî.
Ev ne cara pêşî ye Dîcle dijîyatiya xwe ya li hemberî Kurdistanke serbixwe tîne zimên. Berî nuha bi çendakî jî gotibû ”Me fikra Kurdistana serbixwe ji zûda ye avêtiye sepeta tozê…”
Bi dîtina min kes nikane kesî bi zor bike kurd û evîndar û şervanê Kurdistana serbixwe.
Dîcle çi difikire wiya dibêje, ya dilê xwe dibêje.  Evîna dewleteke kurd û Kurdistaneke serbixwe dilê wî da pêl nade, heyecanekê nadê. Ew jiyaneke ne li Kurdistaneke azad, li Tirkiyê, li peravên derya Bodrumê xeyal dike.
Jiyaneke di nava tirkan da, bi tirkî, bi muzîk û sohbetên tirkî xeyal dike, ji wê kêfê û zewqê digre.Dibê meriv fêm bike, qebûl bike.
Dîcle erê ewladê dê û bavekî kurd e, lê bi fikrên xwe, bi hest û xeyalên xwe tirkekî xalis muxlis e. Tu carî wek siyasetmedarekî miletê kurd Kurdistanek mezin, jiyaneke li kêleka Gola Urmiyê, li Silêmanî û Mahabadê xeyal nake. Ew wek siyasetmedarekî bi eslê xwe kurd û lê fikir û hestên xwe tirk dixwaze li Tirkiyê bijî.
Erê ew bi nîjada xwe kurd e, dibêje ez kurd im, lê bi hest û hedefên xwe, bi daxwazên xwe yên siyasî, bi xeyalên xwe siyasetmedarekî tirk e.
Û helbet Dîcle tenê ne wiha ye, gelek kurd û siyasetmedar wek Dîcle wiha difikirin.
Loma jî ya rast ew bû ku Dîcle û kesên wek wî difikirin ne siyasetmedarên kurdan, yên tirkan bûna. Lê mixabin ne wiha ye…
Bi dîtina min rexnekirina Dîcle êdî maneya xwe wenda kiriye, Dîcle ev e. Belkî jî ji bo wî Bodrum bergendî hemû bajarên Kurdistanê ye, ew welatekî bêyî Bodrum nikane bifikire.
Ew dixwaze li welatekî bijî dibê Bodrum bajarê wî be. Dibê havînan tahtîla xwe li peravên derya Bodrumê di havîngeha xwe da derbas bike. Camêr wiha difikire, ev xeyala wî ye. Em çi bikin?
Kurdên ne bi van dîtinên Dîcle ra ne, kurdên li dijî van fikrên wî ne dibê rayên xwe nedinê, wî nekin serok, nûner û siyasetmedarê xwe.
Dewletek 15 salan meriv di zindanê da birizîne, parlamenteriya meriv bi zorbatî ji meriv bistîne di normalê da dibê meriv ji wê dewletê, ji wî welatî û ji wî miletî hez neke; bi kêmanî jiyaneke li wî welatî xeyal neke. Bixwze ji vê dewleta zalim heyfa xwe û bi hezaran şehîdan bigre. Ne ku însanan bikuje, lê bi kêmanî di warê fikrî û îdeolojîk da hewqasî ne bêşiûr û ne xwediyê hafizeyeke hewqasî zeîf be.
Vê dewletê ji bo ku welatê me ji me bistîne bi milyonan mahcir li welatê me, li herêmên stratejîk bicî kirine. Û bi milyonan kurdî jî qismek bi zorê û qismek jî bi riya birçîhîştinê mecbûrî koçberiya Tirkiyê û xizmetkariya tirkan kirine.
Ji dêlî ku ev siyaseta dewleta tirk ya nîjadperest Dîcle biqeherîne, hêrs bike, dibêje bi milyonan kurd li Tikrkiyê dijîn, efendim ”veqetandin ne li kara kurda ye, em nikanin mubadeleyeke wek 1920a ya rûman bikin. Ya din em viya jî naxwzin.”
Nuha yek were bi zor têkeve gundê meriv û têda bicî bibe. Û dû ra jî gundî û merivên meriv jî hinekan bi zor û hinekan jî bi riya birçîhîştinê ji gund derxe, ma merivê bibêje de vaye em tevlihev bûne, ne rast em gundê xwe ji wan bistînin.
Çimkî ji wan gelek di gunda bicî bûne û ji me jî gelek çûne gundên wan, loma jî êdî em nikanin bibêjin viya gundê me ye. Ya rast û baş ew e ku bira gund ji wan ra be. Dibê em dev ji girtina gundê xwe berdin.
Dîcle ji kurdan ra eynen wisa dibêje, dibêje hin kurd çûne Tikriyê û hin tirk jî hatine Kurdistanê, em tevlihev bûne, loma jî nabe em doza Kurdistaneke serbixwe bikin.
Lê ewê Tirkiya wan hebe û Kurdistana me tunebe.
Netîce,  bi dîtina min gotinên zêde êdî ne hewce ye, Dîcle çi ye, ne çi ye êdî her kes baş dizane. Kesê ne bi van fikrên Dîcle ra ne dibê  nedin dû wî û wî nekin berpisiyarê xwe.

Di dawiyê da ez dixwazim ji vê numûneyê jî ji devê Dîcle bidim, ji bo ku hûn bibînin bê Dîcle rastiyê û nîjadperestiya tirkan çawa înakr dike, çawa vedişêre…

 Huseyîn Yayman jê pirsî ye, ”Tu 25 salan di zindanê da ma. Ma tu xeydeke te heye?
Dîcle dibêje:
”Tu xeydeke min ji gelê tirk tuneye. Em civta tirk û dewletê ji hev digerînin. Civata tirk heta dereceyekê di bin tesîra îdeolojiya resmî da mabe jî lê kurdan wek gelekî dîndaşê xwe, birayê xwe dibîne.”
Ma ev îda Dîcle rast e, ma bi rastî tirk kurdan wek birayên xwe dibînin? Ma heta nuha bi sedan kurd lînc nekirine?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE