29 september 2014

Koban kela mêran û egîdan e !


Tirkê û çeteyên Daîşê wisa bawer dikirin ku kurd jî wek artêşa Bexdayê li Mûsilê kir ewê Kobanê ji wan ra bihêlin û birevin.
Lê kurd nereviyan, nîşanî Erdogan û çeteyên wî dan ku ew narevin û heta yek ferd jî bibmîne ewê welatê xwe û bajarê xwe biparêzin.
Ji ber ku wekî din tu rê tuneye, rev ne çare ye, mirin e, qebûlkirina koletiya tirka ye…
Ez bawer dikim rojên pêş yê me ne, zafer dawiya dawî ewê ya gelê kurd be. Tenê dibê em li hev bin, bi hev nekevin û di nava mala xwe da hevkariyê û aştiyê xurt bikin.
Di vir da vezîfeya herî mezin dikeve ser milê hêzên mezin, PKK, PDK û YNKê û Goranê.
PKK dibê li hemberî hêzên din bêtir bi tolerans hereket bike, himêza xwe ji wan ra veke. Yekîtiya kurdan tesîreke mezin li derva jî dike.
Min heta nuha li gelek vîdeoyên şer temaşe kirin. Di hemûyan da jî moralê şervanên kurd pir bilind e û hemû jî bi kurdî û bi devoka Kobanê dipeyivin.
Diyar e piranî Kobanî ne, egîdên Kobanê ne.
Koban jî wek Surûcê ji berê û berda Kela mêr û egîda ye. Û bi vê liberxwedana xwe jî nîşanî cîhanê, dost û dijminan da ku Koban bi rastî kela mêra ye û serbilindiya kurda ye, kes nikane wê ji egîdên wê bigre

XXX


Erdogan di Foruma Aborî ya Dinyayê da gotiye:
”Ey dinya! Gava rêxistineke terorîst ya wek Daîşê derdikeve tu serî hilddî, dikevä tevgerê. Lê gava PKK derdikve ortê çima tu şêla xwe diyar nakî?”
Yanî li gorî Erdogan PKK jî wek Daîşê rêxistineke terorîst e û dibê ew jî ji ortê were rakirin, dibê Emerîka û dinya li hemberî PKKê, PYDê jî rabe û êrîşê bibe ser wan jî.
Erdogan di axaftina xwe da PKKê û PYDê ji Daîşê tehlûketir dibîne û ji koalîsyonê dixwaze bi çavê Daîşê li wan jî binêrin û wan jî ji ortê rakin.
Ev axaftina Erdogan nîşan dide ku ”hevdîtinên aştiyê, pêvajoya çareseriyê” hemû vir in, xapandine.
Li hundur serî li PKKê digerîne û li Kurdistana rojava jî bi Daîşê ra li hemberî kurdan û PKKê şerekî mezin dike, dixwaze wan têk bibe, Kurdistana rojava di bin navê herêma ”tampon” da îşxal bike.
Dibê PKK vê siyaseta Erdogan ya durû bibîne û zêde neyê xapandin. Di zûtirîn wextê da tedbîrên xwe bigre.
Bi kurtî bi şêla Tirkiyê ya li Kurdistana rojava û piştgiriya bi Daîşê ra derket ortê ku hukûmeta AKPê ne li pey çareseriya mesela kurd e, li pey şikandina tevgera kurd ya netewî û tasfiyekirina PKKê û PYDê ye.
2014-09-29

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE