04 september 2014

Kurdno weleh kurdî li ber sikratê ye


Vê havînê ez û xanim li gelek bajarên Kurdistana bakur geriyan. Em çûn Rihayê, Diyarbekrê, Xelfetiyê, Elezîzê, Xarpêtê, Gola Medenê, Betlîsê, Wanê, Dêrsimê. 

Tiştê min dît kurdî êdî zimanekî mirî ye. Hîn tam nemiriye lê di ber sikratê da ye, kurd çend salên din jî nebin xwedî statueyeke siyasî, kurdî nebe zimanê perwerdeyê îşê kurdî temam e. Zimanê piraniya miletê kurd dibe tirkî. Ji xwe li gelek bajaran ev yek ji nuha da bûye. Tenê li gundan hîn di nava milet da tê axaftin.

Lê gund jî piştî 20-30 salên din ewê têkevin rewşa bajaran. Ji ber ku neviyên axa û began îro bi kurdî mezin nabin, li gel ku dê û bavên wan bi kurdî dizanin jî bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin. Çend salên din li gundan ewê axa, beg û malmezinên kurdan bi kurmancî nizanibin. Ji ber ku sibe ewê dewsa bav û kalên xwe bigrin.

Meriv viya ji bo zarokên gundiyên din jî dikane bibêje, çimkî ew jî êdî dixwînin û bi bajariyan ra dizewicin û bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin.
Yanî bi kurtî pêşeroja kurdî ne vekirî û geş e, tarî ye…

Wek min got, em gelkî geriyan, li çarşiyê, li bazarê kurdî hema hema qet tuneye, tenê tirkî ye.

Di otobozê da, di mînubusê da, di taxsiyê da, li qawê, li aşxanê, li markêtê, li otêlê kes bi meriv ra bi kurdî napeyive, zimanê rojane, yê tîcaretê û danûstendê bûye tirkî. Herkes bi meriv ra bi tirkî dest bi peyvê dike.

Tenê heger meriv bi xwe bi kurdî bipeyive, di kurmancî da israr bike wê demê bi piranî ew jî diqulibînin kurmancî. Lê heger meriv israr neke kes bi kurdî napeyive. Ehlê cî kes bi hev ra bi kurdî napeyive.

Bi kurtî kurdî bûye zimanekî biyanî, zimanî turîstan. Hin kurd hîn bi vî zimanï dizanin, lê pê napeyivin, yên pê dipeyvin pir hindk in û roj bi roj jî kêm dibin.

Çawa li Ewrûpayê û li welatên din her milet li gel zimanê xwe kêm zêde bi îngilîzê jî dizane, li Kurdistanê jî wisa bûye.

Zarok ne têda, lê kal û pîr, kesên navsale hîn bi kurdî zanin. Bi taybetî jî li herêma Rihayê, Diyarbekrê, Mêrdînê, Wanê însan kurmancî dizanin, gundî di nava xwe da hîn bi kurmancî dipeyivin. Helbet li bajarên wek Şirnexê û Colemêrgê û qezayên wan jî pir hindik rewş wiha ye.

Lê mesele li Diyarbekrê ez çend rojan li taxa Metrepol 2 li mala birayê xwe mam. Mala wî di nav sîteyekê da bû. Bexçeyekî sîteyê yê mezin hebû, bexçe bi şev û roj tije zarok bûn, min yek carê jî nedît zarok bi hev ra bi kurmancî ya jî bi zazakî bipeyivin, carekê jî axaftina kurdî neket guhê min.

Li hemberî mala wan parqeke pir mezin hebû, em çend caran çûnê. Ew park jî bi şev tije însan bûn. Li wir jî dengê kurdî qet nehar guhê min, li wir jî herkes bi hev ra bi tirkî dipeyivî. Heta însanên ji ssikil û ssemala wan meriv hêvî dikir ku bi hev ra kurdî bipeyivin jî bi tirkî dipeyivîn.

Li çarşiyê, li aşxanan, di munîbusan da, li markêt û pestexaneyan jî însan bi hev ra bi tirkî dipeyivîn.

Di salên 1980î da min ev pêşeroja kurdî texmîn kiribû û gotibû heger wiha here piştî 30-40 salên din kurdî ewê bimre, nêzî mirinê bibe. Ev texmîn û ev tirsa min îro hîn jî nêztir bûye, zarokên bi kurdî mezin dibin pir hindik in. Bi vê hejmarê kurdî wek ziman nikane jiyana xwe demeke dirêj bidomîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE