29 september 2014

Serpêhatiya gerîlayekî PKKê û qumandarekî Îsraîl


Îlhamî Sertkaya, di nameyeke xwe ya ji Selîm Çurukkaya ra qala bîanîneke xwe ya pir xweş kiriye. Dibêje di sala 1983-1984a da ew li kampa Lavrionê bû. Rojekê dibihîzeke çend kurd li balafirxaneya Atînayê îltîca kirine. Wan jî dibin Kampa Lavrîonê ba wî.
Îlhamî Sertkaya serpêhatiya xortê PKK-yî û qumandarê Îsraîl wiha aniye zimên:

”Roja din ez bi yekî ji vê grûbê ra digerim, sohbet dikim. Em li dereke sakîn rûniştin. Ji min ra qala serpêhatiyên xwe dikir.
Ev hevalana grûbeke PKK-yî bûn. Li Filitînê li dijî sîyonîzma Îsraîl şer kiribûn. Li wir ji gelek miletên din jî gerîla hebûne. Şevekê di dema guhertina nobetê û reketinê da du kesên etîyopyeyî di nobetê da radikevin. Hew mêze dikin ku leşkerên Îsraîlî di ser wan ra sekinî ne. Yên etîyopî direvin. Vana tên girtin. Hemû jî kurdên Kurdistana bakur bûne. Lê negotine em Kurdistana bakur in, gotine belkî me teslîmî Îranê ya jî Îraqê bikin. Wê demê cûnta Evren li ser hukim e. Roja din îfadeya vana digrin. Tabî îsraîlî bi çîroka ”em kurdên Îranê û Îraqê ne” naxapin.
Hevalê dipeyivî serpêhatiya îfedeya xwe wiha dom kir.
”Di odeyê da ez û zabitekî îsraîl bûn, bi tirkî û kurdî baş zanîbû. Ji min ra got, tu ji ku yî, ji kîjan welatî yî?
Min got ez ji Kurdistanê me. Qumandar ji pişt masê rabû, berbî dîwêr ve çû, sekinî, li dêwêr nêrî. Min fêm kir ku li xerîteya bi dîwêr ve dinêre. Bala xwe da min, dû ra serê xwe bi alî xerîteyê ve xwar kir. Tiliya xwe li ser xerîtê gerand. Di ber ra jî di devê xwe da dipeyivî, digot Kurdistan… Kurdistan….Kurdistan….Hela hela min nedît yaho! Hela were tu nîşnî min bide.
Min got ezê çi nîşan bidim, di xerîteyê da tune ku ye ez nîşan bidim! Navê welatê me di xerîteyê da tuneye!
Li ser vê, got, çawa tuneye? Ji bo çi tuneye?
Min jî li gora zanîna xwe sebebên wê rêz kirin. Dema min bersîvên ezberkirî dan, mêrik bi hêrs vegeriya ser min, got: yaho ez van kurdan qet fêm nakim! Welatê we ereban, farisan, tirkan ji we stendiye, em li hemberî wan şer dikin û hûn jî hatine bi ereban ra li hemberî me şerê me dikin!
Lawo ma me welatê we îşxal kiriye?
Li rojhilata navîn, belkî jî li dinyayê tu kes ji me bêtir naxwaze hûn welatê xwe rizgar bikin. Lê dîsa jî hûn hatine bi me ra şer dikin. Ma ev çi aqil e?
Li hemberî van gotinên wî tu bersîveke min bida tunebû. Lê gotinên wî jî bûn wek mîxekî tu di serê min da bikute. Dû ra qumandar got , emê we teslîmî Tirkiyê nekin, bi şiklekî we bişînin dereke din…”
Piştî van pirsên qumandarê îsraîlî bi 30 salî hîn jî bi hezaran kurd di eynî rewşê da ne, hîn jî pirsa qumandarê îsraîlî ji gerîlayê PKKê kiriye ji xwe nakin…
Not: Nivîs bi tirkî ye, min xulasa wê kir kurmancî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE