07 september 2014

Weleh ez wek kurdekî dewletê dixwazim

Aysel Tuglukê dîsa gotiye ew dewletê naxwaze, demokrasiyê dixwaze. Ew gotinên Abdulah Ocalan dubare dike, ji wî cesareta van gotinan digre.
Dewleta meriv tunebe merivê demokrasiyê li ku bi pêk bîne? Çawa ku diya xelkê nabe diya meriv, her wisa welatê xelkê jî nabe welatê meriv. Meriv li welatê xelkê tim bindest e.
Dibe ku Ocalan û Tugluk dewletê nexwzin, ji kurdan ra tiştekî xerab bibînin. Lê ez bi xwe wek kurdekî dewletê jî dixwazim û alê jî dixwazim, dixwazim Kurdistana serbixwe hebe, nasname û pasaporta min ne ya Swêd û Tirkiyê, ya Kurdistanê be.
Ji ber ku ez baş dizanim heta dewleteke kurdan ya serbixwe tunebe Şengal ewê tim û tim qedere kurdan be.


Nurallah Palamut: Mamoste em dewleta Kurdan dixwazin. Sed hezar car.
De ka reya wê jî nişanî me bedin.

Zinarê Xamo Birayê Nurulah, xwestin tişteke nexwestin tiştekî din e. Xelkê welatê me bi zor ji me stendiye, em îro nikanin ji wan bigrin, lê ji bo girtinê em dixebitin. Lê nexwestin meriv dev jê ber dide, meriv êdî kanibe bi dijminê xwe jî jê nastîne.
Deynê meriv li yekî be meriv nikaneibe îro jê bistîne cihê ye, lê meriv bibêje ez naxwazim, bira ji te ra be tiştekî din e . Tugluk dibêje em Kurdistanê, dewletê naxwazin, bira em tim wiha bindestê tirkan bin. Ma hûn fêm nakin

Nurallah Palamut: Dîsa diprirsim mamoste, rêya wê ciye?

Zinarê Xamo: Birayê Nurulah, ”rêya avabûna dewleta kurd”, di serî da xwestina wê û dû ra jî xebat e.
Hin milet zû û hin jî dereng digihîjin azadiya xwe, ev girêdayî şert û mercên der û hundur, xurtî û zeîfiya wan û dijmin e. Lê dibê meriv dewletê, Kurdistanê bixwaze, dema meriv nexwaze meriv ne ji bo wê xebatê dike û ne jî dibe xwedî dewlet.
Tiştê li Îraqê qewimî dikane sibe li Tirkiyê jî biqewime, îmkaneke wiha dikane ji bo me kurdên bakur jî çê bibe. Lê dema meriv li dijî dewletê û Kurdistaneke serbixwe, ew şert peyda bibin jî emê nebin xwedî dewlet, çimkî em dewletê û Kurdistaneke serbixwe naxwazin.
Ma 30-40 sal berê kê bawer dikir ku Tirkiye ewê were vê nuxteyê?
Ma ne digotin kurd tunene, kurd tirkên çiyayî ne.
Lê îro wa ye dewlet bi rengekî resmî, bi qanûn bi PKKê û bi Ocalan ra rûdine.
Maneya xwe tiştê îro em mimkûn nabînin sibe, wek li Îraqê bû, dikane li Tirkiyê jî peyda bibe.
Ma 30, 40 sal berê kê bawer dikir ku ewê sîstema Sovyetê têk biçe û bi dehan dewletên serbixwe çê bibin, Kosovo ji Sirbîstanê veqete û bibe dewleteke serbixwe?
Lê me dît ku tiştê do ne mimkûn bû, îro bi rast geriya ye.
Ez nabêjim bira PKK û Tugluk miheqeq wek min bifikirin, mafê wan e dewletê û Kurdistaneke serbixwe nexwazin. Ew karê wan e, kesê ne bi vê dîtinê û siyasetê ra dibê piştgiriya vê siyasetê nekin û ji xwe ra li alternatîfên din bigerin.
Lê li alî din mafê meriv heye tiştê meriv rast nebîne rexne bike, ez viya dikim, demokrasî ev e.

Nurallah Palamut: Mamoste Zinar,
Ez tevlî nivîsa te jor dibim û îmzaya xwe jî davîm binî. Şert û merc bên wê noktî ku dewletek serbixwe kari be cêbibe, gerek ew firseta neye avêtin û serxwebûn pêk were. Lê belê hîn ew şert û merc di Bakûr de tunene. Dîsa jî xebat û tevgerek jibo bi dest xistina mafên netewî di şertên îro û şeklekî realist hewceye.
Ez dizanim tu objektîv nezîkî mijaran dibe û nejartiya vala nake, jibo wê xurmeta min ji dîtinên te hene. Hîn kesên jor nivîsîne bi dijminatî û bêbextî nezîk dibin.
Wek te jî di hinek nivîsên xwe hanîbû ziman, xetera herî mezin di bakûr wendabûna ziman, kiltur û hizra kurdî bi temamiye.
Ser Aysel Tugluk jî tene yek tiştî bêjim, ber peşiyê xwe ferî zimanê kurdî bike, heta wê caxê ji xwe nikare temsîla wî milletî bike.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE