02 september 2014

Xwedê kir ku Ehmedê Xanî jî wek te li bende avabûna dewleteke kurd nema



Kurdekî bi navê ”Zinn Avesta” ji M. Alî Kut ra gotiye, ”Brêz Alî , heta em nebine xwedî dewlet û ziman nebe zimanê perwerdehîyê , axaftina te jî li dijî asîmîlasyonê dibe wek hobîyekê . Lê dema em bibin xwedî dewlet ez bawerim ku di navbera demek kurt de , ziman û jîna ziman ewê gelekî pêşve here…”

Weleh Xwedê kir ku Melayê Cizîrî jî wek te li bende avabûna dewletê nema, heger ew jî li bende avabûna dewleteke kurd bima ewê Dîwana xwe ya nemir nenivîsanda.

Xwedê kir ku Ehmedê Xanî jî wek te li bende avabûna deletê nema, heger ew jî li bende avabûna dewletê bima ewê ji gelê xwe ra şahesereke wek Mem û Zînê nenivîsanda.

Xwedê kir ku Mîqdad Mîthet Bedirxan jî wek te li bende avabûna dewletê nema, heger ew jî li bende avabûna dewleteke kurd bima ewê ji gelê xwe ra rojnameya pêşî, Kurdistan dernexista.

Xwedê kir ku Mîr Celadet Bedirxan jî wek te li bende avabûna dewleteke kurd nema, heger ew jî li bende dewletê bima ewê elîfbeya kurdî çênekira, kovara Hawarê û Ronahî dernexista.

Xwedê kir ku Cegerxîn jî wek te li bende avabûna dewleta kurd nema, heger ew jî li bende dewleta kurd bima îro ewê Cegerxwînekî me tunebûya û bi sedan helbestên wî ne li ser zarê me bûya.

Welhasil mervi dikane vê lîsteyê gelkî dirêjtir bike, lê ne hewce ye. Hewqas nimûne têr dikin.

Kurd îro xwedî çi bin, hemû bi saya kesên ku li bende avabûna dewleteke kurd nemane, lê ji bo ku kurd bibin xwedî dewlet bi kurdî nivîsîne, berhemên nemir dane û gelê xwe kirine xwedî kitêb, xwedî edebiyateke nivîskî, xwedî rojname û kovar.

Yanî Xwedê kir ku van pêşiyên min navê wan li jor nitirandin û bi hezarên din wek te li bende avabûna dewleteke kurd nemane, nebûne nivîskar û edîbên erebî, farisî û tirkî, bûne nivîskar û edîbên zimanê kurdî. Ji bo avabûna dewleteke kurd bingehekî kulturî û manewî danîne.

Hezar carî mala wan ava be, bi saya wan îro kurd di nava miletên cîran û cîhanê da ne hustuxwar, ne bêhuner û bêmarîfet in, xwedî berhemên nemir û edebiyateke bilind in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE