06 september 2014

"Xwezî ne êzidî bûya"!

Her sal gava diçim Diyarbekrê riya xwe bi mekanê Qutbedîn Yildiz jî dixim, bîstekê li ba wî rûdinim, çayeke wî vedixwim û bîsteke pê ra sohbet dikim.

Mekanê wî tim şên e, cimata wî pir hindik tim heye û ji leqleqê û sohbetê ra jî musaîd e. Welhasil wek her sal, îsal jî min riya xwe bi mekanê wî xist.

Gava ez çûm wir, wek hercar dîsa çend kes li wir bûn. Ji wan yekî bi navê Tahîr Ulug ji Bismil bû. Zilamekî rîsipî bû, ez dibêjim li dora 70î hebû. Li gor gotina wî ew ji başçawîşiyê teqawit bûbû. Ji ber ku li Bismil alîkariya gundiyan dikir, rê bi ber wan dixist piştî darbeya 12ê Îloana 1980î hinek lê gilî dikin. Wî digrin û davêjin zindana Diyarbekrê. Di zindanê da dikeve qawîşa DDKDê ya hevalên me.

Di sohbetê da mesele carê hat ser hefsa Diyarbekrê û zulma li kurdan kirine. Gava bihîst ez ji Wêranşarê me û Siracetîn Kiricî hevalê min e ji min ra qala bîranîneke xwe ya hefsê ya pir balkêş kir.

Got eskerekî pir zalim, pir bêbav, pir neyarê kurdan hebû. Ji kêfê bi girtiyan îşkence dikir.
Bi deriyê her qawişê aliyê derve ve lîsteya girtiyên hundurê qawişê hebûye. Ew leşkerê zalim gava dilê wî bixwesta diçû li ber wê lîsteyê disekinî, çavê xwe digirt û tiliya xwe dida ser lîstê û jorda berbî jêr dadixist û li derekê disekinand. Navê kê di bin tiliya wî da bûya, ban dikirê û lê dide.

Rojekê dîsa çûye ber deriyê qawîşa wan û dîsa eynî tişt kiriye. Tiliya wî li ser navê meleykî navsale sekîniye. Ban kiriyê, gotiye were der. Bi bankirina leşkere mele biziyaye ye û ji tirsa çûye ketiye nava nivînan û orxana(lihêfa)xwe kişandiye ser xwe.

Li hemberî vê rewşê, Sirac Kiricî çûye ber derî û gotiye, filankes(min navê wî meleyî ji bîr kir)ez im. Leşker biriye îşkenceyeke mezin pê kiriye, dema paşda hatiye qawişî di nava xwînê da bûye, hal tê nemabûye.

Kalê ji Bismil dû ra jî wiha dom kir, got:
-Me Sirac bir li ser ranza wî dirêj kir, em giş xemgîn bûn. Û ez rabûm çûm ber serê mele û min jê ra got mele, vî camêrê han di ber te da çû hewqa lêdan xwar. Ma tu çi dibêjî?
Mele serê xwe ji bin orxanê derdixe û hêdîka jê ra dibêje:
-Xwezî ne êzidî, musilman bûya…

Li ser vê, kalê bismilî pir diqehere û jê ra dibêje:
-Hey nemeru, hey bêexlaq, weleh dibê ez nuha tufî ser çacê te kim! Tu bi qurbana wî û vê camêriya wî bî…

Ji ber ku kurdek, meleyekî kurd li hemberî camêrî û mêraniya kurdekî êzidî wiha difikire ez şerm dikim. Fikir û baweriyên wiha derî medeniyet û însaniyetê dibê di nava kurdan da nemînin. Hemû kurd ne mecbûr in musilman bin, dibê em vê fikrê di nava kurdên misilman da baş bicî bikin.

Ez vegerim ser meselê.

Gava ez di heqê merivekî, dostekî, hevalekî xwe da gotineke baş, camêrî û mêraniyekê dibihîzim kêfa min tê, pê dilşa dibim. Bi vê fedekarî û mêraniya Sirac jî kêfxweş bûm.

Herçiqas mele cahilekî ne layiqî vê fedekarî û çêyiyê be jî Sirac camêrî û mêraniyeke hêjayî teqdîrê kiriye. Kêfa min hat, pê serbilind bûm.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE