13 oktober 2014

Bi rastî jî carnan musîbetek ji hezar nesîhetê baştir e.


Xwezî berî trajediya li Şengalê û Kobanê het serê gelê me jî em wiha biaqil bûna, me qedir û qîmeta hev wiha bizanîbûya, me wiha xêra hev bixwesta, em wiha bibeziyana alîkariya hev û me wiha xwe di ber hev da bikuşta.
Em ji bona hev wiha bigiriyana.
Berî trajediya Şengal û Kobanê jî wek nuha me bigota dijminê me yek e, heger em jî nebin yek, emê werin kuştin yek bi yek.
Ez hêvî dikim ev trajediya dawî me hemû kurdan, lê bi taybetî jî siyasetmedarên kurd biaqiltir bike û dev ji xirecir û neyartiya hev berdin, li hemberî neyarên xwe hêzên bikin yek û wek bira, mil bi mil xebata xwe, têkosîna xwe bidomînin, gel û welatê xwe bi hev ra, bi hêzên pêşmerge û gerîllên qehreman biparêzin.
Bi hev ra nekevin reqabetê, dest bidin hev ji bo tifaqê.

XXX
Bi qetlîama Şengalê û Kobanê bêguman miletê kurd zirareke pir mezin dît, bi hezaran kurd hatin kuştin û bi sedhezaran jî ji welatê xwe derbeder bûn.
Lê van êrîşên çeteyên ereb û dewleta tirk yekîtiya miletê kurd xurt kir.
Kurdên di warê siyasî û îdeolojîk da gelkî li dijî hev bûn, bi van êrîşan ra xwe nêzî hev kirin, destê biratiyê û alîkariyê dirêjî ev kirin.
Li ba kurdan hestê netewî, fikrê yekîtiya netwî vejand û xurt kir.
Yanî piştî van êrîşên hovane kurd bêtir bûn yek milet, bêtir xwe li hev piçikandin.
Û li alî din jî kurdan fêm kirin ku ”biratiya” ereb û tirkan dereweke çiqasî mezin e.
Ji bo pêşeroja me ev jî qezenceke pir mezin û pir muhîm e.

XXX
Erdogan pir vekirî kurdan bi qetlîamê tehdîd dike. Û dikane teşebus bike jî.
Beyanên were emrê kuştina kurdan dide. Erdogan merivekî psîkopat e, dîn e, hertişt jê tê.
Ji ber ku gelek sûcên mezin kirine û daye kirin. Loma jî ewşeke aramû demokratîk ji bo xwe tehlûke dibîne.
Loma jî dixwaze tim şer û pevçûn hebe. Dixwaze dev ji ”pêvajoya çareseriyê berde.” Dixwaze bi Sûriyê ra têkeve şerekî.
Heger kurd hinekî din jî pêşda herin, protesto nesekinin Erdogan ewê bi hukûmeta AKPê gelek tiştên xerab bide kirin. Ewê dîsa dest bi tewqîfatên girseyî bikin.


Ewê dîsa bi hezaran kurdî bavêjin zîndanan.
Rewş wisa xuya dike. Bi îhtîmaleke mezin ji bo ku çavê kurdan bitirsînin di rojên pêşda ewê dest bi girtinan bikin.
Dibê em kurd li gorî vê yekê haziriyên xwe bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE