01 oktober 2014

Boris Kalnoky: Baweriya Emerîka û Ewrûpa êdî bi Tirkiyê nema

Nivîskarê rojnameya alman Welt am Sonntag  Boris Kalnoky, bi gotinên pir giran serokkomarê Tirkiyê Erdogan rexne dike.

Boris Kalnoky, di nivîsa xwe da dibêje Erdogan Ewrûpa xeyalşikestî kir, Erdogan ketiye dewsa Ahmed Nejad., êdî baweriya Emerîka û Ewrûpa bi Tirkiyê nayê û gelek rexneyên girantir.

Esas ne ev demeke medya Ewrûpa û Emerîka Erdogan û piştgiriya Tirkiyê ya Daîşê û û hêzên îslamî bi tundî rexne dikin. Ewrûpa û Emerîka êdî bi çavekî mutefikê stratejîk li Tirkiyê nanêrin û viya jî êdîpir eşkeredibêjin.

Boris Kalnoky di nivîsa xwe da Erdogan dişibîne ”trêneke  ji rayê derketî…”
Beşek ji nivîsa Kalnoky min kir kurmancî. Kalnoky di nivîsa xwe da wiha dibêje:

”Serokkomr Erdogan Rojava tercîh nekir. Gava însan ji kesên baweriya wan pê heye tiştê li hêviyê ne nebînin xeyalşikestî dibin. Tirkiyê jî Rojava û mitefikên xwe xeyalşikestî kir. Tirkiyê bixwesta dikanîbû ji welatên misilman ra bibe numûne. Kanîbû demokrasiyê û azadiyê bîne Tirkiyê.
Emerîka, Ewrûpa her bi Tirkiyê bawer kir. Lê belê tiştê dihat payin nebû. Tirkiyê her kes matmayî hîşt. Hefta borî Erdogan li Konseya Neteweyên Yekbûyî xîtabî salona vala kir. Ji ber ku kes êdî naxwaze li mesajên Erdogan guhdarî bike.
Li alîkî li welatê xwe partiya muxalefetê ataîst û terorîst îlan dike û li aliyê din jî Rojava bi bêşerefiyê, bi irqçîtiyê îtham dike. Û ji xwe ev jî hertiştî radixe ber çavan.
Li hemberî grûbên îslamî yê radîkal, dibêje îslama radîkal tuneye, tenê îslam heye.
Piştî êrîşa ser Merkeza Tîcareta Dinyayê ya 11ê îlona 2001ê dinyayê bi hêviyeke mezin dixwest bi welatekî misilman yê aştîxwaz ra bixebite.
Di sala 2004a da gava Tirkiye wek berendamê Yekîtiya Ewrûpayê hat qebûlkirin, dinyayê ew wek welatekî misilman ê numûne nîşan da.
Herkesî kêf kir, got baş e ku Tirkiye heye. Lê tiştê dihat payin nebû. Li Tirkiyê hukûmeta AkPê û birêvebirên wê bi gotinên xwe, bi mesajên xwe Ewrûpa û Emerîka matmayî hîştin.
AKPê qariyera xwe bi sekna xwe ya li hemberî  îslamîstên li dijî Ewrûpayê û Emerîkayê dest pê kir. Vê şêla Tirkiyê siyasetmedar xeyalşikestî kirin.
Li hemberî  terora DAÎŞê ya li Sûriyê û Îraqê serokkomar Erdogan Rojhilat dijmin nîşan da. Bi vê yekê jî Erdogan bû wek ”trêna ji rayê derkeve.”
Serokkomar Erdogan nuha ketiye dewsa serokkomarê Îranê yê berê Ahmedî Nejat, êdî ew neyartiya Ewrûpa, Emerîka û Îsraîlê dike.
Erdogan bi çavê hukumdar li xwe dinêre. Erdogan Îsraîl wek dewleteke qetlîamcî û diktatoriyeke ji ya Hîtler xerabtir bi nav kir. Û bi vê yekê jî misilmanan pîj  dike.
Ev gotinên Erdogan li ser tirkên li Ewrûpayê dijîn û li ser misilmanên din tesîrek ne baş dike.
Di salên 2004-2007a da popularîteya Erdogan li Tirkiyê bilnd bû. Heger Erdogan bixwesta kanîbû berê Tirkiyê bida Ewrûpayê.
Lê Erdogan Rojava tercîh nekir. Nexwest. AKPê û serokkomar Erdogan giranî dan siyaseta îslamîst.
Kontejana ji derve ya herî mezin ya tevî DAÎŞê bû Tirkiye ye. Tirkiyê piştgiriyeke mezin da îslamîstên radîlal û bi vê yekê jî bû musebîbê şerê hundur bêtir bi xwîn be.
Hesap ew bû ku bi ketina Esed  ra hakîmiyeta Tirkiyê ewê li herêmê zêde bibe. Lê belê plan serobin bûn.
Deh sal berê Emerîka û Ewrûpa bi Tirkiyê bawer bûn. Nuha ew bawerî ji ortê rabû. Tirkiyê êdî bawerî û îtîbara Rojhilat wend kir. Nuha xebat ew e ku Tirkiye nebe welatekî dijmin.”




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE