01 oktober 2014

Cemîl Bayik dewletê naxwaze lê miletê kurd dixwaze

Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Radîkalê da dîsa gotiye ew ne tevgereke mîlîyetçî ne û ew dewleteke kurd jî naxwazin. Bayik negotiye serxwebûn mafê miletê kurd e lê belê îro ew vê daxwazê nadin pêş ya jî îro şert ne misaîdin.
Û him jî di rojeke wiha da. Ji ber ku dewleta me tuneye xelk serê me jê dike, xelk nahêle em li welatê xwe bi azadî bigrin, em li ser axa xwe mahcir û perîşan in.
Bayik tiştên PKK li dij e, naxwaze wiha rêz kirine:
”PKK ne li pey dewletê ye. Ne tevgereke milîyetçî ye. PKK naxwaze netewedewletê ava bike û kurdan ji gelên din veqetîne.
Em tevgerke wisa ne ku gerdûniyê asas digrin. Em tenê tevgereke kurd nînin. Em dixwazin li Rojhilata navîn gelşên gelan yên demokrasiyê û azadiyê çareser bikin.
PKKê dema ava bû belkî dewlet dixwest. Paradîgma sosyalîzmê ya wê demê ev bû. Wê paradîgmê îflas kir.”
Weleh wê paradîgmayê qet jî îflas nekiriye, yê îflas kiriye tu yî, siyaseta te ye. Te çi kurd xelas kirin îcar ma gelên Rojhilata navîn. Ezbenî hela carê gelê xwe xelas bike, dev ji Rojhilata navîn berde.
Trajediya kurdan ya herî mezin tevgereke hewqasî xurt, hewqasî mezin, hewqasî canfîda di warê îdeolojîk û hedefên siyasî da hewqasî vala û pûç e. Dema meriv wek kurd van gotinan ji devê kesekî ev 30 sal in li sere çiyan şer dike dibihîze meriv nizane bikene, nizane bigrî…
Wek tê dîtin Bayik, veqetandinê naxwaze, dewletê naxwaze lê dîsa jî dev ji şerê çekdarî bernade.
Diyar e ev jî ne ji bo rizgarkirina Kurdistanê û avakirina dewleteke kurd e, ji bo xelaskirina Ocalan e, heta Ocalan neyê berdan ewê dev ji şerê çekdarî bernedin.
Heta ku kurd li ser axa xwe nebin xwedî desthilat, xwedî dewlet ewê tu carî ji qetlîaman xelas nebin. Heger dewleta me hebûya tirk û ereban nikanîbûn vê zulmê li me bikin. Lê Bayik vê rastiyê nabîne û stratejiyeke kurdan ji bindestiyê xelas bike nade ber kurdan.
Çare dibê alternatîfa Bayik çê bibe, yanî kesên Kurdistanê û dewletê dixwazin xwe organize bikin û dakevin qada xebatê. Ji ber ku bi gotin û rexneyên me Bayik û PKK ebeden xwe naguherînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE