28 oktober 2014

Çepên tirk PKKê û Ocalan ji şovenîzma xwe ra dikin maske


Çepên tirk û hin komunîstên kurd yên elewî di bin xêliya parastina Apo û PKKê da di her fersenê da neyartiya yekîtiya kurdan û miletê kurd dikin. Kurdan û seokên wan biçûk dibînin.
Heta nuha(bêyî Hasan Bîldiricî)min nedîtiye yek çepekî tirk bêyî ”Apo û PKKê” ji serokekî kurd yê din, ji partiyeke kurd ya din hez bike, ya jî bi başî qala wan bike.
Bêyî ”Ocalan û PKKê” hemû sero û siyasetmedarên kurd pîs in, paşverû ne, hemû partiyên kurdan hevalên neyarên xwe û piyonên emperyalîzmê ne.
Dostiya wan ya bi Ocalan û PKKê ra jî derew e, durûtî ye, ji bo ku wek tirk kanibin ji kurdan ra xeberan bidin, heqaretê li kurdan û serokên wan bikin Ocalan û PKKê diparêzin.
Yanî ji bo wan Ocalan û PKK maskeye neyartiya kurda ye

XXX
Dibê huqûqnasên kurd derbarê sûcên Erdogan, Davutoglu û Fîdan da dest bi topkirina belge û delîlan bikin.
Serokkomar Erdogan, serokwezîr Davutoglu û serokê MITê Hakan Fîdan li Sûriyê û Tirkiyê bi hev ra gelek sûcên mezin, sûcên li hemberî însaniyetê kirine û hîn jî dikin.
Daîş û hin hêzên din yên îslamî ji alî wan ve hatin organîzekirin û di bin însîyatîfa Tirkiyê da li Sûriyê ev şerê malwêran dest pê bû.
Îro li Kobanê jî Tirkiye şer dide domandin. Li ser daxwaza Tirkiyê he...

XXX
Daîş tumeneke artêşa Tirkiyê ye
Huukûmeta AKPê herçiqas soz dabe jî, lê ewê rê nede derbasbûna pêşmergeyan. Ji bo nehîştinê ewê hezarûyek derewan li hev bînin.
Ji xwe ev hefteyeke serî li kurdan digerînin û rê nadin çûna pêşmeryan.
Û ewê nehêlin jî. Gava rê bidin çûna pêşmergeyan dibê dev ji alîkariya Daîşê berdin. Bi dîtina min tiştekî wiha jî ne mimkûn e.
Ji ber ku Daîş ew bi xwe ne.
Daîş çeteyên dewleta tirk in.
Ma tirk ewê çawa bêhilin hêza wan ya ku li hemberî kurdan şer dike ji ortê were rakirin?
Dibê em xwe nexapînin.
Daîş tumeneke(10.000-15.000)artêşa Tirkiyê ye, ji alî generalên tirk ve tê îdarekirin û li hemberî kurdan hatiye çêkirin.
Ma ewê çawa bihêlin pêşmerge herin leşkerên wan bikujin?
Heta ji wan were, heta bikanibin ewê çûna pêşmergeyan bi derengî bixînin.
Dibê em dev ji vê safîtiyê û kêmaqiliyê berdin.
Erdogan dixwaze kurdan cara dawî biqedîne, pişta miletê kurd bişkîne, ne rojava û kantonan tenê, Kurdistana başûr jî ji ortê rake..



XXX
Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî gotiye:
”Ya emê hemû bi hev ra bimrin ya jî azad bijîn!”
Lawê mêrê çê, lokê qemer, kelemê nav çavê neyaran gotineke xwes kiriye. Dibê hemû serokên kurdan biwêribin bibêjin, ”ya emê bi hev ra bibmrin ya jî bi hev ra azad bibin!”
Ev hedev, ev şîar, ev vîzyon dikane yekîtiya kurdan çêke û miletê kurd ji bondestiyê azad bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE