09 oktober 2014

Çima "jinên cumhûrîyetê Daîşê protesto nakin?"



Nuha di kanala IMC telewîzyonê da yekî(bi navê Îmret) got, demekê li hemberî îktîdara AKPê bi sedhezaran ”jinên cumhûriyetê” dadiketin kolanan û hukûmeta AKPê protesto dikirin, îktîdara AKPê, felsefa wê ji bo şiklê jiyana xwe tehdît didîtin.
Ew jin ka li ku ne?
Jinên cumhûrîyetê çima Daîşê, çima îdeolojî û felsefa wê protesto nakin?
Çima wahşet û celadiya Daîşê prostesto nakin?
Nakin, ji ber ku Daîş nuha kurdan dikuje. Jinên cumhûrîyetê jî naxwazin bibin piştgirên kurdan. Loma ew jî wek mêrên tirk li qetlîama kurdan temaşe dikin.
Herkes dizane ku Daîş, îdeolojî û felsa wê ji AKPê gelkî tahlûketir e. Herkes dizane ku Daîş ji bo jinan çi difikire?
Herkesî dît Daîşê li Şengalê çi anî serê jinan. Tecawizî wan kirin, ew firotin, serê wan jê kirin.
Daîş carê jinan însan nahesibîne.
Miletê tirk û ”jinên cumhûriyetê” jî viya baş dizanin.
Lê li gel vê jî ”jinên cumhûriyetê” Daîşê protesto nakin.
Nakin ji ber ku ew jî wek Erdogan û her tirkî dixwazin Daîş kurdan ji ortê rake, piştî Kobanê hemû bajarên kurdan îşxxal bike.
Yanî tiştê ku Erdogan dixwaze û xeyal dike, lê belê bi xwe nikane bike, ”jinên cumhûrîyetê”ji ber eynî sedan Daîşê protesto nakin.
Protesytoya wan ewê bibe piştgiriya kurdan.
A loma jî di civata tirk da tu kes, tu hêz, tu partî, tu grûb ji bo ku nebin piştgirê kurdan Daîşê protesto nake, li dijî wahşeta Daîşê dernakeve…

XXX
Heger Ocalan, PKK, siyasetmedarên kurd vê serîhildana gel baş fêm bikin û mesajeke rast jê bigrin Koban jî ewê nekeve û kurdên bakur jî ewê zûtir bigihîjin azadiya xwe.
Dibê PKK û HDP dîsa bi virên, bi lîstikên Erdogan û Davutoglu nexapin û serîhildanê pûç nekin.
Dibê ev berxwedana Kobanê ya bi qehremanî û ev serîhildana gel tiştekî konkret bi xwe ra bîne, kurdan li Sûriyê û li Tirkiyê bike xwedî statuyeke siyasî….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE