31 oktober 2014

Civîna we deh rojan jî dom bike hûn mahkûmî wendakirinê ne

Civîna Heyeta Ewlekariya Millî(MGK) do cara pêşî di bin serokatiya Erdogan da top bû. Civînê tam 10 seet û 20 deqe ajotiye. Li gorî medya dinivîse ev civîna MGKê ya herî dirêj bûye.
Sebebê vê dirêjayiya civînê bi îhtîmaleke pir mezin mesela kurd e. Erdogan li hemberî kurdên Kurdistana bakur, başûr û rojava gelek dek û dolaban digerîne, planê li ser planê çê dike.
Dewleta tirk nuha bi hemû dezgehên xwe li hemberî kurdan di alerimê da ye. Dixwazin kurdan bifetisînin.
Sibe roja Kobanê ya nevnetewî ye. Li seranserê Ewrûpa, Kurdistanê û Tirkiyê ji bo piştgiriya Kobanê û li dijî Daîşê ewê meş û protesto werin li dar xistin. Dibê kurd bi dîqet bin û neyên provakasyonan.
Ji ber ku dewlet ewê bixwaze li hin deran bi destê ajan û provaktirên xwe provaksyonan bikin û kurdan bi hev bidin kuştin. Dibê kurd bi Huda-Parê neyên hemberî hev.
Ev hukûmet ji bo kurdan tiştên pir xerab difikire û dixebite tiştên pir xerab bike.
Ji ber ku li Sûriyê kurd nêzî azadiyê û li Îraqê jî nêzê serxwebûnê bûne. Ji bo ku rê li ber van serkeftinên kurdan werin girtin hukûmeta AKPê amadeye her xerabiyê, her provakasyonê bike.
Êrîşên Daîşê jî perccakî vê konsepta Erdogan û Davutoglu ye.

XXX
Parlamenterên AKPê yê Stenbolê Burhan Kuzu, ji ber ku HDPê ji bo piştgiriya Kobanê bangî gel kiriye ku sibe dakevin kolanan gotiye ”Ev tam kêmaqilî ye, ancax rêxistineke terorîst wiha dike.”
Xwedêgiravî Kuzu ”profesorê” huqûqê ye, lê li gorî vî profesorê derewa li Tirkiyê dîsa jî meş û protesto ji bo kurdan sûc e, terorîst karê wiha dikin.
Pir ne dûr e sibe hukûmet ji HDPê ra jî bibêje ”partiyeke terorîst” e…

XXX
Nuha, gava helbestên te dixwînim, nuha gava li rismê te, li wî kenê te yê nemir temaşe dikim, ferq dikim ku min çiqasî bêriya te, bêriya qelema te, bêrîya dengê te kiriye.
Xwezî te nuha serê xwe ji gorrê rakira
û du gotin jî li ser şêrgeleyên Kobanê bigota.
Arjen Arî, şairê nemir, emê tim û tim bi evîn û bêrîkirin te bibîr bînin.

XXX


Em kurd çiqasî azadîxwaz, pêşverû û demokrasîparêz bin, civateke vekirî û medenî bin, li hemberî fikir, bawerî û nasnameyên cuda xwedî tolerans bin ji me ra baş e. Ev yek li dinyayê, li Ewrûpayê îmajeke baş ji me ra peyda dike. Sempatiya dinya medenî li hemberî me zêde dike.
Êdî kes ji civat û dewltên girtî, bêtolerenas, totalîter hez nake. Azadîxwazî û demokrasîparêzî me dike mitefikê hêzên demokrat û dinya medenî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE