17 oktober 2014

Daîş ji bo însaniyetê ji vîrusa Ebolayê jî xetertir e



Micadele û şerê kurdan li hemberî çeteyên ereb û tirkan Daîşê bi qasî micadela li hemberî vîrusa Ebolayê mezin û muhîhm e.
Heta meriv dikane bibêje jê jî muhîmtir e.


Bi dîtina min îdeolojî û felsefa Daîşê, baweriya wa nya dînî ji bo însaniyetê ji vîrusa Ebolayê jî xerabtir û tahlûketir e.
Di sedsala 21ê da serîjêkirin, êsîrgirtin, kolekirin û firotina jinan û zarokan ji bo însaniyetê îdeolojiyeke ji vîrusa Ebola jî tahlûketir e. Dibê hemû dinya medenî li hemberî vê îdeolojiya îslamî bi hev ra tedbîrên mezin bigre.


Çimkî çeteyên Daîşê tam ne însan û ne jî heywan in. Erê ji alî fizîkî va dişibin însanan, lê bi dîtin, baweriyên xwe yên dînî, îdeolojî, bi wahşet û kirinên xwe ne însan in.


Lê belê naşibin heywîn jî. Ji ber ku bi kirinên xwe ji heywanê herî dirinde jî hovtir in.


Însên wek pez şerjê dikin û kezeb û pişika însên dixwin, vê wahşta xwe di înternetê da li dinyayê belav dikin.


Yanî çeteyên Daîşê mexlûqatekî di orta însên û heywîn da ne. Dibê patalog û bîyolog navekî li vî tebayê, li vî mexlûqatê nuh yên ji zuriyeta ereb û tirk û ji miletên misilman sadir bûne bikin.


Bi baweriya min Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê çiqasî pesnê gernasiya şervanên kurd bidin, çiqasî alîkariya kurdan bikin jî hindik e, ji ber ku miletê kurd, pêşmerge û gerîllayên kurd ji bo ku dinya ji vê vîrusa ji Ebolayê jî tahlûketir xelas bibe, micadeleyeke mezin didin, şerekî bêhemmpa dikin.


Loma jî alîkariya çekan û lojîstîk hindik e, dibê Emerîka û Ewrûpa Kurdan bi dewletekê, bi Kurdistana serbixwe perû(xelat) bikin. Ancax wê demê, dinya medenî, însqaniyet dikane ji bin çêyiya kurdan, ya pêşmerge û gerîlayên qehreman derkevin…


XXX
Kurdan dest bi xwarina fêkiyên yekîtiyê kirin


Piştîn lihevhatina PYDê û PDKê, Salih Muslim û serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, Emerîka li Duhokê bi serokê PYDê Salih Muslim ra rûnişt û belkî jî bi hev ra stratejî û taktîkên li hemberî çeteyên Daîşê û Tirkiyê minaqeşe kirin.


Heger yekîtiya kurdan xera nebe, wiha dom bike, sibe, dusube Emerîka ewê bi PKKê ra jî rûne.


Yanî meriv dikane bibêje ev fêkiyên yekîtiyê ne, dema kurd li hev bin û yekîtiya xwe çêkin, dinya jî ewê bibe alîakrê kurdan, gotina wan jî ewê li dinyayê pere bike.


Ji herkesî bêtir dibê PKK qîmeteke pir mezin bide vê destpêkê, vê alîkariya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî.


Meriv xwedî dewlet, xwedî statu be wiha ye, xelk bi meriv ra rehettir rûdine.


Heger PKK şaşiyekê neke , bi serok Barzanî û hukûmeta Kurdistanê ra têkiliyên xwe xera neke û guh bide serok Barzanî, ewê li karê derkeve, mohra terorîstiyê di demeke nêz da ewê ji ser rabe. Wek PLO ewê jî li dinyayê bibe hêzeke muteber, hêzeke xwedî giranî. Û ev jî jin bo azadiya me kurdên Kurdistana bakur pir û pir mûhîm e. Kêmasiya me, problema me Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê li dijî me ne, me nas nakin, piştgiriyê nadin me.


Rûniştin aEmerîka bi Salih Muslim ra, beyanên Almanya emê çekan bidin PKKê şoreşeke mezin e, dibê PKK vê îmkanê heder neke.


Dibê PKK, nehêle hin elewiyên çep û tirkên kemalîst vê destpêka tarîxî sabote bikin, di medya PKKê da gav û saetê antî Emerîkaniyê û ”antî-emparyalîsmê” bikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE