02 oktober 2014

Daîş li ser daxwaza Tirkiyê êrîşî Kobanê dike


Tiştê herî ecêb hîn jî hin siyasetmedarên kurd pir kibar û nazik ji hukûmeta Davutoglu ji bo Kobanê alîkariyê dixwazin.
Hîn jî hin siyasetmedar û akademîsîyenên kurd di studyoyên telewîzyonan da bi zimanekî dîplomatîk dibêjin weleh di destê me da tu delîl û belge tunene ku em bikanibin bibêjin Tirkiye li pişt Daîşê ye, Tirkiye alîkariya Daîşê dike.
Ev rast e, vir e.
Siyasetmedar jî, akademîsyen jî û hemû kurd jî dizanin ku Tirkiye di hemû warên pêwîst da, di warê lojîstîk û eleman da alîkariya Daîşê dike.
Esas bi dîtina min gotina alîkariyê jî sivike e, li Kobanê Tirkiye şerê kurdan dike. Û her kes jî bi viya dizane, di ûjdanê xwe da wisa bawer dike.
Kesê eksê vê dibêje, dibêje ez nizanim derewan dike, demagojiyê dike.
Delîl û îspata alîkariya Tirkiyê bi Daîşê ra siyaseta Tirkiyê ya li hemberî kurdan, PYD û PKKê ye.
Tirkiye ji kurdên rojava ra dibêje ez qebûl nakim hûn ji Sûriyê veqetin, serxwebûn ya jî qantonan îlan bikin.
Tirkiye ne ji kurdên xwe ra, ji kurdên welatekî din ra viya dibêje. Bi çi heqî viya ji kurdan ra dibêje?
Delîl û îspata alîkariya Tirkiyê bi Daîşê ra, beyanên Erdogan û Davutoglu ne, toleransa Tirkiyê ya li hemberî tevger, propaganda û weşanên Daîşê ye.
Delîl û îspata Alîkariya Tirkiyê, dermankirina birîndarên çeteyên Daîşê ne.
Yanî di her warî da meriv alîakrî û xweşbîniya Tirkiyê bi Daîşê ra dibîne.
Davutoglu û Erdogan di her beyanên xwe da PYDê, YPGê û PKKê ji Daîşê xerabtir û tahlûketir dibînin û dixwazin dinya wan jî weke terorîst îlan bike û ji ortê rake.
Ma ev hemû ne delîl û îspat in?
Ya din ji bo Tirkiyê piştgiriya Daîşê meseleyeke stratejîk e, mesela man û nemanê ye. Davûtoglu û Erdogan bi vî çavî li meselê dinêrin, MHP bi vî çavî li meselê dinêrin
Hukûmeta AKPê dev ji piştgiriya Daîşê bernade. Ji ber ku ew wisa bawer dikin ku bi Daîşê ra ewê kanibin kurdan li Sûriyê zeîf bixin û bi vê yekê ra jî rê li ber avabûnê Kurdistanê bigrin
Lê gelek kurdên me hîn ev stratejiya hukûmetê nedîtine û loma jî pir saf saf ji hukûmetê, ji dewleta tirk alîakriyê dixwazin, dixwazin Tirkiye çekan bide PYDê û heta li dijî Daîşê şer bike.
Xwedê aqilekî bide van kurdan. Di rojeke wiha da jî hîn neyarên xwe yê herî mezin û herî tahlûke nas nekirine. Hîn jî ji vî neyarî alïakriyê dixwazin…
Tirsa hukûmeta AKPê ya herî mezin ew e ku şerê Emerîka yê li hemberî Daîşê kurdan xurt bike û bibe sebebê çêbûna Kurdistana mezin.
Loma jî Tirkiye li dijî lêdana Emerîka ye, dibêje bombebaran tenê têr nake, dibê em ji reşayiyê têkevin Kurdistana rojava û li wê derê herêmeke tampon çê bikin.
Yanî Tirkiye dixwaze qimsemkî din ji erdê Kurdistanê îşxal bike û bi vê riyê him rê li ber avabûna Kurdistana mezin bigre û him jî kurdên Sûriyê têxe bin kontrola xwe, têkiliya wan û PKKê qut bike.
Li gorî Erdogan û Davutoglu, dema kurd li Sûriyê erdê xwe rizgar bikin sibe dikanin bi kurdên Kurdistana Îraqê ra bibin yek. Û di rojên pêş da Kurdistana Îran û Tirkiye jî ewê pêve werin girêdan û bi vî hawî Kurdistana mezin ewê çê dibe.
Belkî Davutoglu û Erdogan wisa bawer dikin ku planeke Emerîka ya avakirina Kurdistaneke mezin heye.
Tirkiye ji viya ditirse û loma jî bi derxistina tezkereyê dixwaze ji nuha da tedbîrên xwe bigre.
Bi dîtina min tirkan biryara xwe daye, dibêjin ”emê nehêlin Kurdistan çê bibe”!
Û ji bo ku Kurdistan jî çê nebe çi ji destên wan were ewê bikin. Dibê em kurd viya bibînin û siyaseteke li gorî wê bimeşînin. Stratejiyeke li gorî vê tanzîm bikin.
Tirkiye naxwaze kurd li Kurdistana rojava bi ser kevin, li Kobanê Daîşê têk bibin. Êdî kerr û kor jî viya dibîne.
Li gorî hesabê Erdogan û dewletê heger kurd li Kobanê zora Daîşê bibin ewê bêtir xurt bibin û piştî şer ewê doza mafên hîn zêdetir bikin.
Hukûmeta AKPê dixwaze rê li ber vê netîceya ew jê ditirsin bigre. Loma jî Tirkiye di alîkariya Daîşê da işrar dike, guh nade rexneyên cîhanê û kurdan. Guh nade Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê.
Ji xwe sebebê ku AKPê xwe ji yekîtiya Ewrûpayê dûr xist jî bi dîtina min ev tirs e.
Li gorî baweriya Erdogan û Davutoglu enedametiya YE dikane di rojên pêş da rê li ber çêbûna Kurdistaneke serbixwe veke. Loma jî hukûmet wezîfeyên xwe yên berendametiyê nayne cî û xwe ji YE dûr dixe, serî li xwe digerîne.
Tirkiye bi riya endametiya xwe ya Natoyê û giraniya xwe ya mitefîkiya bi Emerîka ra nahêle Emerîka û koalîsyon derba mirinê li Daîşê bidin. Bi kêmanî ji bo vê her tiştî dike, zixtê dide ser Emerîka, dibê hela zêde pêşda neçe.
Ji ber ku bi dizî bi Daîşê ra li hemberî kurdan şer dike, dixwaze ji vî şerî netîceyeke pozîtîf bikgre.
Yanî Tirkiye nahêle li Sûriyê kurd bi ser kevin û Daîşê têk bibin. Ji bo kurd li Sûriyê ji vî şerî bi serfirazî dernekevin û Daîşê têk nebin çi ji destê Erdogan û Davutoglu tê dikin û ewê bikin.
Gotina dawî.
Heta ku kurd li Kurdistana bakur azad nebin Tirkiye ewê li tu beşekî Kurdistanê rehetiyê nede kurdan.
Loma jî bi dîtina min dijminê herî mezin, herî tahlûke Tirkiye ye. Û ji bo vê jî dibê kurdên herçar perçên Kurdistanê dibê bi hev ra li hemberî Tirkiyê xwedî stratejiyeke hevbeş bin.
Di warê siyasî û întelektuelî da hêzên xwe bikin yek û bi hev ra li riyên têkbirina Tirkiyê bigerin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE