28 oktober 2014

Davutoglu: PKK jî wek Esed dijminê Tirkiyê ye


Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di hevpeyvîna xwe ya bi BBC ra gotiye, ”Sê gurûpan em naxwazin li ser sînorên xwe bibînin: Rejîma Sûrî, Daîş û PKK. Vana hemû jî neyarên(dijminên) Tirkiyê ne. Ji bo Tirkiyê tahlûke û tehdîd in.”
Zikirkirina navê Daîşê formalîte ye, dinya alem dizane ku Daîş di bin emrê Tirkiyê da ye û bi rengekî bê nabên ji Tirkiyê alîkariya lojîstîk digre. Çeteyên Daîşê li Tirkiyê top dibin û di ser Tirkiyê ra derbasî Sûriyê dibin.
Yanî dijminbûna Daîşê dereweke bi boçik e. Daîş ne dijminê Tirkyê ye û tirkiye jî tu carî bi ç avê dijmin li Daîşê nanêre.
Loma jî li meydanê dimîne du dijmin: Rejîma Sûriyê û PKK. Dema PKK jî wek Esed dijmin be, dibê meriv KCKê, HDPê, BDPê û PYDê jî wek dijmin lê zede bike.
Çimkî gava PKK dijmin be, KCK, HDP, BDP û PYDe jî hayda hayda dijmin in.
Ji ber ku Davutoglu û Erdogan çend caran gotin ji bo wan tu ferq di nabêna PKKê û PYDê da tuneye.
Gotina dijmin pir muhîm e. Dibê PKK, kurd vê gotina Davutoglu sivik negrin.
Dijmin, meriv tu carî başî û ç êyiya wî naxwaze, jê nefret dike, dixwaze ji ortê rake, zirarê bidê.
Maneya xwe Davutoglu û hukûmeta wî, çawa ku dixwazin rejîma Esed wergerînin, Esed bixînin, her wisa dixwazin PKKê, KCKê, HDPê, BDPê û PYDê jî wek Esed ji ortê rakin.
Ji ber ku ew jî wek Esed dijmin in.
Yanî bi PKKê û PYDê ra lihevkirin, dostayî ne mimkûn e, ew dijminên Tirkiyê ne û Tirkye naxwaze wan li ser sînorên xwe, li welatê xwe bibîne.
Û di vî warî da jî Tirkiye tawîzê nade.
Bi baweriya min Davutoglu bêhemdî be jî, ji ber bêtecrûbetiya wî be jî siyaseta hukûmeta xwe ya li hemberî kurdan îfşa kiriye: PKK, HDP, BDP û PYD dijminên Tirkiyê ne û loma jî Tirkiye dixwaze wan ji ortê rake.
Îcar dema PKK, BDP,HDP û PYD dijmin bin, kîtleya wan, gelê bi wan ra jî dijminên Davutoglu û Tirkiyê ne.
Serokwezîrê ku PKKê, HDPê û PYDê terorîst û dijmin bibîne tu meselê çareser nake û tu mafî nade kurdan.
Dibê PKK êdî vê rastiyê bibîne û li gorî wê riyekê bide be

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE