19 oktober 2014

De bes e li hev bikin !

Ev pênc roj in civînên hêz û partiyên kurdên Sûriyê li Duhokê dom dikin. Bi îhtîmaleke mezin ewê îro roja dawî be.
Di demeke ku welat û gelê meriv di bin êrîşên hewqas hovane de be, rojê bi dehan pêşmerge û gerîlla werin kuştin meriv 5-6 rojan civînê çênake.
Sebebê vê jî li ser çend nûnerên kêm zêde ne, her alî dixwaze çend nûnerên(delegeyên)wî zêde û yê aliyê din kêm be.
Bi rastî şerm e, di demeke ku man û nemana kurdan mewzîbahis e yên me hîn li ser çend nûner û kursiyan li hev nakin.
Bira, dema Koban ket, Kurdistana rojava ket bin destê Daîşê û Tirkiyê çend nûnerên te zêde û yên wî kêm bin çi ferq dike, hûn û nûnerên xwe bi hev ra ji ortê rabin.
Ma hûn fêm nakin?
Ez ketime bextê we, li hev bikin û kêfa neyaran xweş nekin.
Dibê hêzên kurd yên Kurdistana rojava ji Duhokê bi bangeke yekîtiyê mizgîniyê bidin gelê xwe. Eksê rûreşî û felaketa me ye.

XXX
Bersîveke mêrane
Serokê PYD Salih Muslim, mulaqetek bi rojnameya Alman Zeit rakiriye.
Muslim, di mulaqata xwe da gotiye, bi tirkan ra ”kurdofobî” heye, tirsa kurd wer di dilê wan da ye.
Ev bersîva Muslim bi Ozlem Topçiya tirk ku li ser navê Zeitê bi Muslim ra hevpeyvîn kiriye xweş nehatiye, loma jî gotiye, ”dibe ku tirsa PKKê be.”
Salih Muslim bersîveke pir xweş daye, gotiye,
“Na, na, ji tu tiştekî kurdî hez nakin. Dixwazin tavilê ji ortê rakin. Serokkomarê berê Demirel gotibû, ”kurd li Efrîqa Başûr jî serîhildin li wir jî emê şerê wan bikin…
Bersîveke xweş, rast û wek camêran daye, wek hin siyasetmedarên me yên reben ji Tirkiyê û miletê tirk ra şelafî nekiriye, daxwaza mişterek ya dilê hemû tirkan gotiye.
Bi kêmanî ji sedî 99ê tirkan, dibêjin heger kurd li vê dinyayê tunebûna wanê rehet bikira, ewê gelkî bextewartir bûna.
Kesê bibêje derew e, ne wiha ye, ez zêde dikim, bira derkeve hemberî min, bira bi çêyiya tirkan eksê wê îspat bike

XXX
Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî gotiye, ”Tirkiyê daxwaz ji hikûmeta Iraqê û kabîneya wî kiriye ku hikûmeta nû li dijî PKK-ê şer bike û PKK-ê ji herêmên parastinê û ji xaka Iraqê derxe.”
Gotina Ebadî baş e, lê negota jî dibê PKKê û kurdan bizanîbûya ku Tirkiyê daxwazek wiha ji Îraqê kiriye.
Esas Erdogan dixwaze hemû dinya li hemberî PKKê û kurdan şer bike. Ji xwe wezîfa Erdogan û hukûmeta AKPê ya esasî ev e, dibê PKKê û tevgera kurd li Kurdistana bakur û rojava ji ortê rake.
Erdogan bi fikir û îdeolojiya xwe ji Devlet Bahçeliyê faşîst xerabtir e.Erdogan hebûna xwe bi tunekirina kurdan ve girê daye…

XXX


Dibê kurd ji tu tiştekî tirkan yê ser kurdan bawer nekin. Hemû medya tirk, her tirk wek MIT-ekî difikire û dixbete.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE