05 oktober 2014

Dibê êdî em xwe nas bikin

Dibê kurd êdî hin dîtin, fikir û hestên xwe yên derbarê miletên din da ji ber çav derbas bikin, muhakeme bikin.Bi êrîşa ser Kobanê da diyar bû ku tu dewlet û miletekî xêrxwazê me tuneye. Ev sê heftene li ber çavê cîhanê hin cealdan dora Kobanê girtine û xwîna me diherikînin. Dîsa em diherin gazî û hawara hev. Bêyî Emerîka herkes li vê komkujiya me temaşe dike.
Em kurd çiqasî ji hev hez bikin, xêra hev bixwazin, neyartiya hev nekin baş e.
Di rojên wiha giran û dîrokî da gilî û û gazinên ji hev jî zêde dibin, meriv li hêviya alîkarî û gaziyê ye.
Lê dibê di vir da jî rexne nebe sebebê peydakirin û kûrkirina neyartiyê.
Dibê em bi gotinên xwe, bi gilî û gazinên xwe, bi rexneyên xwe dilmayinê, dilsariyê û berberiyê di nava kurdan da gurr û geş nekin. Ev ne li kara me ye.
Dibê her hêz, her şexs bawer bike ku rexneya me ji bo xurtkirina dosraniyê ye, ne dijminatî ye.

XXX
Nuha gava ez hin gotinên Mûrad Ciwan(û ew jî bi tirkî)yên derbarê Davutoglu, tezkereyê û hukûmeta AKPê da dixwînim ez matmayî dimînim, ji xwe ra dibêjim min çawa bi salan bi merivekî wiha ra hevaltî kir?
Lê dû ra jî dibêjim, yê cephe guhertîye, bûye tiştekî din û loma jî îro methê Davutoglu û siyaseta wî dide ne ez im, ew e.
Tu dibêjî qey yê heta nuha wezîrê Tirkiyê yê karûbarên derve ne Davutoglu, ez bûme..
Camêr bi tirkî di tweeta xwe da wiha şîretê li kurdan dike:
“Dibê hemû kurd piştgiriyê bidin pêşniyara hukûmeta AKPê ku bira li bakurê Sûriyê herêma ji balafiran ra yasax û hêza çevîk çê bibe.”
Mûrad Ciwan
“Gotinên Davutoglu yên derbarê Kobanê da muhîm in. Yê ku têkiliyên Kurdistana başûr ji dijminatiyê vegerand dostaniyê ew e. Dikane li rojava jî viya bike.”
Mûrad Ciwan

XXX


Serokkomarê Tirkiyê Erdoganê kûpê zanînê gotiye:
”Şervanên biyanî ebeden ji sînorên me derbas nebûne. Bi pasaporta turîstan hatine welatê me û derbasî Sûriyê bûne, lê belê kes nikane îspat bike ku bi çekdarî derbas bûne …”
Hela li mustewa camêr ya întellektueliyê mêze, gotiye ”pasaporta tursîsta/tursît pasaportu”!
Tu dibêjî belkî pasaporta ji bo kesê ne turîst jî heye!
Lê ya herî muhîm, gotiye ”bi çekdarî derbas nebûne”!
Na weleh bira bi rext û tiving, bi kelenşînkof û bombeyan derbas bibûne.
Ma hewqasî jî nabe!
Ya din çima ewê hewqas bar li xwe kin?
Çek û cebilxana, raket û bombe jî we bi TIRa bir ji wan ra . Ma TIRên hatin girtin hemû ne tije çek, raket çebilxane bûn?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE