16 oktober 2014

Erdogan bûye wek marekî nîvkuştî

Bi Xwedê halê Erdogan ne tu hal e. Piştî zafera kurdan ya Kobanê gelek pûr û pîsiyên Tirkiyê(Tirkiye Erdogan e)rijiyan ortê.
Erdogan bûye wek marekî nîvkuştî, loma jî pir agresîv û pir êrîşkar e.
Lê vala ye, taliya wî nêzîk e û ewê pir xerab û dramatîk jî biqede.
Bi îhtîmaleke mezin dawiya Erdogan Haag, ber Dadgeha Navnetewî ya ya Sûcên giran, sûcên li hemberî însaniyetê ye.
Li Ewrûpa li derdorên siyasî û întellektuel, di masmedya gelek welatên Ewrûpa da Erdogan êdî wek dîktatorekî, wek Stalîn tê dîtin û viya jî dinivîsin.
Erdogan ji siyasetmedarekî bêtir dişibe lîderêkî mafyayê. Û ji xwe dewletê jî bi wî hawî, bi metodên mafyawarî îdare dike.
Di esasê xwe da îro li Tirkiyê dewlet ji dewletbûnê derketiye û bûye wek şîrketeke mafya û serokê wê jî Erdopgan.
Herkes, hertişt girêdayî Erdogan e. Wek lîderekî mafyayê dibê haya wî ji hemû kar û barên dewletê hebe.
Li ser daxwaza Erdogan, Tirkiyê piştgirî da Daîşê û Daîş li hemberî kurdn wek hêzeke Tirkiyê ya bi dizî bikar anî.
Li ser daxwaza Erdogan, şerê Sûriyê yê hundur hat gurrkirin.
Bi îhtîmleke mezin li ser daxwaza Erdogan çeteyên Daîşê li Sûriyê gaza sarîn bikar anîn.
Li ser daxwaza Erdogan, Daîşê li vir û li bela xwe di kurdan da û êrîşî Şengalê û Kobanê kir.
Li ser daxwa û plana Erdogan, Tirkiyê 200 çete û qatilên Daîşê berdan, ji bo ku li hemberî kurdan şer bikin.
Li ser daxwaz û plana Erdoga, Tirkiyê lîstika rehîneyên personalên sefareta Mûsilê derxist. Ji bo ku di bin navê teqasê da 200 çete û qatilên ereb berde.
Û gelek sûcên wek van û yên ji van mezintir Erdogan bi Davutoglu Hakan Fîdan ra bi Tirkiyê da kirin.
Û ji bo ku xwe xelas bike, ji bo ku wek lîderên sirb û serokkomarê Kenyayê Uhuru Kenyatta, li Haagê dernekeve pêş datgehê ewê hîn gelek sûcên din jî bike.

XXX
Kovara Emerîkî Newsweek, li ser berxwedan û qehremaniya şervanên YPGê ya Kobanê da gotiye, ”Trajîk be jî, kurdan li Kobanê destaneke qehremaniyê nivîsandin.”
Ey leheng, şêr û şepalên Kobanê, ji ber vê gernasiya we ya li hemberî artêşa hovan, ji ber ku we navê gelê xwe li cîhanê bi başî û kehremanî belav kir ez spadarê we me. Ez ji we hez dikim, miletê kurd ji we hez dike, hûn bûn berdilkên hemû kurdan. Hemû kurd bi weserbilind in…



XXX
Şaşiya çeteyên Daîşê
Şaşiya çeteyên Daîşê ya herî mezin gurra Erdogan kirin û êrîşî kurdan kirin. Ev biryara şaş bû sebebê têkçûna wan.
Kurd nikanin wek ereban teslîm bibin ya jî birevin. Çimkî teslîm bibin jî ewê werin kurştin û birevin jî. Dereke kurd herinê tuneye, ya ewê li ser axa xwe bibin dewlet ya jî ewê hêdî hêdî werin qirkirin.
Loma jî ya herî baş e, liberxwedan û desthilanîn e. Tenê liberxwedan û şer dikane kurdan ji mirinê, ji tunekirinê xelas bike, şansekî jiyanê bide wan.
Liberxwedana Kobanê şansê me yê jiyanê, yê dewletbûnê zêde kir. Dibê em vî şansî hedere nekin.
Liberxwedana Kobanê li dinyayê dilxwaz û dostên me zêde kirin. Nuha di şerê li hemberî çeteyên Daîşê da em ne bi tenê ne. Û pzîsyona me ya navnetewî jî ji ya Tirkiyê pir baştir û xurttir e. Ji ber piştgirya bi Daîşê ra Tirkiye hêdî hêdî îzole dibe.
Heger em bi hev nekevin di nêz da emê rojên xweş bibînin. Dinya me kurdan wek parêzvanên ronahiyê, demokrasiyê û azadiyan da dibîne…
Pêşeroj ya me ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE