05 oktober 2014

Erdogan do jî digot "PKK terorîst e" îro jî dibêje

Erdogan gotiye, ”Ji bo me Daîş çi be PKK jî ew e. Loma jî cuda telaqîkirina vana ne rast e…”
Wek kurdekî gava ez van quretiyên Erdogan car bi car dibihîzim ez ji qahra diteqim. 
Lê musebîbî vê cesareta Erdogan jî PKK bi xwe ye. Dibê PKK ji destpêkirina ”muzakereyan” heqaretên wiha qebûl nekira. Lê tabî heger "muzakere" hebe...
Ji xwe dibê ji şertên ”muzakeriyê” yek ev bûya. 
Dibê tu berpirsiyarekî dewletê û hukûmetê ji PKKê ra nikanîbûya bigota ”terorîst”!
Gava wek berê got ”terorîst”, mana xwe muzakre vir e, xapandin e. Li ser masa ”muzakereyê” meriv qebûl nake muxatabê meriv heqaretê li meriv bike.
Loma jî dibê PKKê tu carî ev heqaret qebûl nekira. Lê mixabin kir û lomam jî Erdogan her roj vê heqaretê li PKKê dike.
Ka xwedêgiravî hukûmetê bi serok Ocalan ra ”hevdîtin û muzakere” dikir?
Ma berhem û netîceya muzakereyên Ocalan ya du salan ev ?
Erdogan do ji PKKê ra çi digot, îro jî eynî tiştî dibêje…
Mêrik dibêje ji bo wan di nabêna Daîşê û PKKê da tu ferq tuneye. Û him jî di rojeke wiha da! Ku qatil û çeteyên Daîşê serê me jê dikin.
Meriv ji rêxistina pê ra ”muzakereyê dike” ra nabêje terorîst. Gava meriv got ”terorîst”, wê demê muzakere vir e, pêkenîn e, lîstik e.
Em nikanin daxwazên xwe bi dewletê, bi hukûmetê bidin qebûl kirin ev tiştekî din e, ez fêm dike.
Meriv mucadela xwe didomîne, heta ku bi rastî hatin nuxteya muzakereyê, lihevkirinê.
Lê gava muxatabê meriv, meriv qebûl neke, meriv wek hêzeke siyasî muxatap nebîne û wek berê ji meriv ra bibêje ”terorîst”, a wê demê jî dibê meriv nehêle heqaretê li meriv bike, bi xurûr manawiyata gelê meriv bilîze.


XXX
Medya tirk dibêje, Biden telefonî Erdogan kiriye û uzrê xwe jê xwestiye. Hûnê bibînin binaka vê tuneye, vir e. Dibe ku ji Qesra Spî telefonî wî ya jî Enqerê kiribin, gotibin ”wiha negotiye, wiha gotiye, filan û bîvan…” 
Lê ez bawer nakim Biden ji Erdogan ra telefon kiribe û uzrê xwe jê xwestibe.
Medya bi riya MITê viya ji ba xwe çêdike…
Li dinyayê tu medya wek meda tirk virek û adî tuneye. Sebebê vê jî neyartiya kurda ye. 
Medya tirk wek beşekî MITê dixbete. Carnan hin xeberên rast bidin jî lê karê medya tirk dezînformasyon e. Xeberên wan yên li ser Kobanê bi piranî vir û tazwîr e.


XXXSerokkomarê Tirkiyê Erdoganê kûpê zanînê gotiye: 
”Şervanên biyanî ebeden ji sînorên me derbas nebûne. Bi pasaporta turîstan hatine welatê me û derbasî Sûriyê bûne, lê belê kes nikane îspat bike ku bi çekdarî derbas bûne …” 
Hela li mustewa camêr ya întellektueliyê mêze, gotiye ”pasaporta tursîsta/tursît pasaportu”! 
Tu dibêjî belkî pasaporta ji bo kesê ne turîst jî heye!
Lê ya herî muhîm, gotiye ”bi çekdarî derbas nebûne”!
Na weleh bira bi rext û tiving, bi kelenşînkof û bombeyan derbas bibûne.
Ma hewqasî jî nabe!
Ya din çim aewê hewqas bar li xwe kin?
Çek û cebilxana, raket û bombe jî we bi TIRa bir ji wan ra . Ma TIRên hatin girtin hemû ne tije çek, raket çebilxane bûn?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE