11 oktober 2014

Erdogan ji me kurdan ra dibêje ya hûnê xulamî û koletiya me qebûl bikin ya jî ewê halê we tim ev be...



Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, do li Trabzonê emrê kuştina însanên li bajaran hevkariya Tirkiyê ya bi Daîşê ra protesto dikin da pûlis û leşkeran û got, ”êdî ne mimkûn e pûlisû leşkerên me bi mertalan kanibin pêrgiyê li vî îşî bigirin. Çi pêwîst e leşkerê me jî, pûlisê me jî ewê bikin…”

Maneya van gotinan, emrê dana kuştinê ye. Erdogan bi vê beyana xwe ji pir vekirî ji pûlis û leşkeran ra dibêje, ”dev ji parastinê berdin, guleyên rastî bikar bînin, ji kuştinê netirsin, lêxin, bikujin !”
Bi van gotinên xwe Erdogan careke din jî nîşan dide ku ew çiqasî neyarê miletê kurd e.

Erdogan ne tenê neyartiyê dike, di serda bi alîkariya xwe ya bi çeteyên Daîşê ra, bi miamela xwe ya li hemberî kurdan û gelê Kobanê, ji kurdan ra dibêje, li ku dibe bira bibe, gava hûn doza azadiyê bikin, gava hûn bixwazin li welatê xwe bibin xwedî statu û desthilat ezê we bikujim, ezê we perşîna bikim, ez mafê jiyanê nadim we.

Ya dibê hûn bindestî û xulamiya Tirkan qebûl bikin ya jî ezê li tu derê rehetiyê nedim we. Dibê hûn li welatekî din jî ji bindestiyê xelas nebn û nebin xwedî maf.

Gava hûn bixwazin bibin xwedî maf, ezê wiha we qetil bikim, malê we, namûsa we tarmûra bikim. Çeta berra ser namûsa we dim.
Li hin deran ezê çeteyên Daîşê û li hin deran jî Huda-Parê bera bedena we bidim, we bi wan bidim kuştin.

Yanî dibê hûn wek kurd baş bizanin ez tim li ser pişta we me,  ez qebûl nakim li vê dinyayê li tu derê, li tu welatî wek miletên din hûn jî li ser axa xwe azad bijîn. Ez wek tirk, wek dewleta tirk mafekî wihanadim we kurdan. Dibê hûn kurd heta ev dinya hebe tim wek xulam û koleyên tirk, ereb û farisan bimînin.

Ev yek wek serokkomarê Tirkiyê siyaset, felsefe û îdeolojiya min e, ya AKPê ye û ya dewlet tirk û ya miletê tirk e jî. Vê yekê jî qet ji bîr nekin…

Erdogan di axaftina xwe ya Trabzonê û yên din da jî pir eşkere dibêje, kurdên van şertên min qebûl dikin, doza azadiyê, serxwebûnê û Kurdistanê nakin û xulamtî û koletiya miletê tirk qebûl dikin, wek xulam ezê mafê jiyanê bidim wan, lê yên xulamtiya miletê tirk qebûl nekin halê wan ewê tim û tim ev be, pûlis û leşkerên me, Daîşa  me ewê tim wan bikuje, rezî û perîşan bike…

Ji ber ku gelek kurdî ev mesaja dewleta tirk û ya Erdogan baş fêm kirine û loma jî xulamî û koletiya ji tirkan ra li dilê xwe dixin,  li gel hewqas zulm jî ji dev ji  hevkariya dewletê û AKPê bernadin.

Dibê miletê kurd, her kurdê bi şeref ne tenê vê neyartiya dewletê û hukûmeta AKPê, dibê vê bêxîretiya hevkarên wan yên kurd jî tu carî ji bîr neke.

Navên wan kesên ku di AKPê da parlamenter û wezîr in û heta nuha bi yek gotinê jî barbariya li Kobanê li gelê wan dibe protesto nekirine dibê navê wan jî neyê jibîrkirin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE