13 oktober 2014

Ewrûpî êdî endametiya Tirkiyê ya NATO-yê minaqeşe dikin

Rewşa Tirkiyê li Ewrûpa her ku diçe xerab dibe, her ku diçe îtîbara wê kêm dibe. Her ku diçe Erdogan û rejîma wî tirs û xofê dixe dilê ewrûpiyan. Êdî li Ewrûpayê her kes dibîne ku Tirkiye li pişt Daîşê ye, ew çeteyên Daîşê dişînin ser kurdan
Hêdî hêdî Emerîka û Ewrûpa fêm dike ku Tirkiye ne mutefikekî meriv baweriya xwe pê bîne, Tirkiye ne dîwerekî saxlem e ku meriv bikanibe pişta xwe bispirê
Mutefekirê fransiz yê bi bi nav û deng Bernard-Henri Lévy, rexneyên pir giran li Erdogan û hukûmeta AKPê girtiye û gotiye heger Kobanê bi keve destê Daîşê Tirkiyê nikane di Natoyê da bimîne.
Ev beyana Bernard-Henri Lévy pir muhîm e. Gava yekî wek Lévy viya bibêje tê meneya îşê Tirkiyê pir xerab e.
Esas ne Lévy tenê viya dibêje, li Danîmarkayê jî gelek siyasetmedar û du partiyên di îktîdarê da jî ji ber hevkariya Tirkiyê bi Daîşê ra û berdana çeteyekî Daîşê ku xwestibû rojnamevanekî danmarkî bikuje eynî tiştî dibêjin.
Yanî di nava ewrûpiyan da fikrê Tirkiye ne mitefikekî saxlem e, heta dibê meriv ji NATO-y derxe bi rengekî cidî tê minaqaşekirin û roj bi berfireh dibe.
Li alî din sempatiya li hemberî kurdan zêde dibe û fikrên nebaş yên derbarê PKKê da jî bi alî başiyê da diguhere.
Erdogan bi piştgiriya çeteyên Daîşê, bi teror û êrîşên li hemberî kurdan dimeşîne wisa bawer dike ku ewê tevgera kurd ya netewî li Kurdistana bakur û rojava têk bibe, kantonan bixîne û kurdan teslîm bigre.
Vê siyaseta Erdogan û Davutoglu ya nîjadperest netîceyeke eksê xwe bi xwe ra anî. Şiûrî netewî li ba kurdan xurt kir, ji her sinifê , tebeqê û dîtinê kurd beziyan alîkariya hev, çûn hawara Kobanê.
Partiyan dijayetiyên nabêna xwe dan aliyekî, PKK, PDK û PYD nêzî hev bûn.
Gerîlla û pêşmergeyan carê pêşî di eynî sengerî da bi hev ra li hemberî neyarên xwe wek bira şer kirin, welatê xwe parastin.
Yanî teror û êrîşên dewleta tirk kurd mecbûrî hevkariyê û yekîtiye kirin.
Pisstî van êrîssan di nava kurdan û hêzên kurd da berberî, dijayetî û dilmayin kêm bû û hestên biratî û yekîtiyê xurt bû.
Kurd îro ji her demê bêtir nêzî yekîtiyeke netewî ne.
Yanî hukûmeta AKPê çi bike jî ewê nikanibe rê li ber azadiya miletê kurd bigre, her ku ew êrîş û hovîtiyên xwe zêde dikin, kurd bêtir nêzî hev dibin, destên xwe didin hev û nêzî azadiyê dibin.
Sempatî û piştgiriya me li dinyayê zêde dibe.
Ew him neheq in û him jî zalim in.
Em him bi heq in û him jî mezlûm in.
Loma jî em di warê moral û exlaqî da ji dewleta tirk gelkî xurttir in, ew zulmê û terorê diparêzin, em demokrasiyê û azadiyê.
Em bi heq in, ew çi bikin jî emê qezenc bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE