21 oktober 2014

Ez hêvî dikim tirk dîsa wek Lozanê me nexapînin

Gelî kurdan, ev alîkariya Emerîka bi PYDê û Kobanê ra bûyereke pir mezin e, tê maneya naskirina PYDê û kurdên Sûriyê. Tê maneya guhnedana îtîrazên Tirkiyê ye.
Heger PYD û PKK vê destpêkê xera nekin, têkiliyên xwe bi Emerîkayê ra xweş bikin û pêşdatir bibin, derxin mistewa hevkariyeke daimî û dev ji îdeolojiya çepîtiyê berdin KURDISTAN çê bûye, li ber çêbûnê ye... 
Lê helbet Tirkiye jî ewê rehet nesekine, ewê bixwaze vê nêzîkayî Emerîka ya bi kurdan ra sabote û xera bike.
Ji bo ku ev tifaqa kurdan(PYD, PKK) û Emerîka xera bibe û Emerîka dev ji alîkariya PYDê û kurdên Kurdistana rojava berde çi ji destê Tirkiyê were ewê bike. Ne zorê tenê, ewê dest bi gelek fêlbaziyan û xapandinê jî bikin.
Ji bo sabotekirina têkiliyên Emerîka û kurdên Sûriyê dema dem were şelafiya tirk nekin tuneye.
Lê Tirkiye bi serê xwe, bêyî alîkariya kurdan nikane têkiliya Emerîka û PYDê û ya kurdên Sûriyê xera bike. Ji bo xerakirinê dibê hin kurdan bikar bîne, hin kurdan bigre ba xwe. Wek di Lozanê da kurd xapandin û dû ra jî yeko yeko bi darda kirin.
Nuha jî heger em ne jîr û saxlem bin dîroka dikane tekerur bike, dîsa bi navê ”biratiyê” rê li ber avabûna Kurdistanê bigre.
Ev tahlûke heye û him jî mezin e.
Tirsa min ya herî mezin ji Ocalan e. Ez ditirsim tirk wek berê jî kirine, îcar jî têkevin bin Ocalan û jê ra bibêjin ”em kurd û tirk birayên hev in” çi îşê Emerîka di nabêna me da heye, bira ji nabêna me vekişe, emê xwe bi xwe mesela xwe hel bikin.
Hûn guh nedin zartezûrtên Erdogan, ji bo ku rê li ber azadiya kurdên Sûriyê bigre dikanin Ocalan bidin ser serê xwe, heta ku karê xwe pê beqedînin.
Bi qasî ku xuya ye qirêdîya hukûmeta AKP li ba Qendîlê di binê sifirê da ye, loma jî xapandina wan bi min hinekî zahmet xuya ye. Lê ya Ocalan ne wiha ye.
Loma jî dibê haya PKKê ji van lîstik û planên tirkan hebe û rê nede Lozaneke dubarekirina Lozaneke nuh.
Heger Ocalan nexwaze, neyê lîstika dewleta tirk, nabêna Emerîka û PYDê û PKKê xera nabe. Ev hevkarî ewê bêtir pêşda here. Ji ber ku li herêmê bêyî kurdan tu miletekî din, tu hêzeke din nabe dost û hevakrê Emerîka. 
Lê Ocalan bixwze, gurra tirkan bike, were lîstika wan dikane vê fersenda dîrokî xera bike.
Loma jî ez hêvî dikim ku PKK û PYD haya wan ji van lîstik û dek û dolabên tirkan hebin û careke din bi sozên tirkan nexapin û nabêna xwe û Emerîka xera nekin. Ebeden guh nedin sozên hukûmeta AKPê.
Heger nabêna me û Emerîka carê xera bibe çû ji me da, tê maneya qezenckirina Tirkiyê. Ev şertên dîrokî ku îro li Sûriyê ji bo miletê kurd peyda bûye careke din peyda nabe. Dibê ji vî şerî miheqeq em bi serketin, bi qezenceke netewî derketin, kurd li welatê xwe bibin xwedî desthilat.
Dibê em ji bîr nekin ji bo serketina me li Kurdistana bakur û rojava hewcedariya me bi piştgiriya Emerîka û Rojhilat heye. Bêyî piştgiriya wan em çiqasî xurt bin jî, çiqasî fedekariyê û qehremaniyê bikin jî têrê nake, dibê ev dewletên xurt ku îro dinya di destê wan da ye piştî nuxteyekê piştgriya me û mafê me yê rewa bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE