12 oktober 2014

Gelo sînorekî bêxîretiyê heye?

Ez îdîa dikim heta nuha tu hukûmetekê, tu serokwezîrekî, tu serokkomarekî tirk hewqas heqaret û zulm li kurdan nekiriye.
Erdogan pir vekirî kurdan bi qetlîamê tehdîd dike. Û dikane bike jî. Erdogan merivekî psîkopat e, dîn e, hertişt jê tê.
Ji ber ku gelek sûcên mezin kirine, rewşeke demokratîk û aram ji bo xwe tahlûke dibîne. Loma jî dixwaze tim şer û pevçûn hebe. Loma dixwaze bi Sûriyê ra têkeve şerekî.

Heger kurd hinekî din jî pêşda herin, protesto nesekinin Erdogan ewê gelek tiştên xerab bike. Ewê dîsa dest bi tewqîfatên girseyî bike. Ewê dîsa bi hezaran kurdî bavêjin zîndanan. Rewş wisa xuya dike. Bi îhtîmaleke mezin ji bo ku çavê kurdan bitirsînin di rojên pêşda ewê dest bi girtinan bikin.
Lê dîsa jî heta nuha pozê parlamenter û wezîrekî kurd neşewitîye û ji AKPê îstîfa nekiriye.
Gelo sebebê vê çi ye?

XXX
Dibê ji hemû kurdên endamên AKPê were pirsîn, ji bo îstîfakirina ji AKPê, dibê hîn çiqas zilma din li gelê we were kirin?
Dibê Erdogan hîn kîjan heqaretê li kurdan bike, dibê hîn çiqas kurdî bikuje, ji bo ku pozê we bişewite?

XXX
Gelo ferdên, siyasemedarên miletekî heta kîjan dereceyê dikanin bi dijminên gelê xwe ra bibin hevkar û li hemberî zilma li gelê wan dibe bêdeng bimînin?

XXX
Heger hinek aqil di serê me da hebe, bi trajediyên Şengalê û Kobanê me dît ku di rojên herî giran da dostên kurdan dîsa tenê kurd in.

Ew kesên bi nezanî ya jî ji ber sebebên îdeolojîk û hizbayetiyê dijminatiya PDK û pêşmergeyan û ya PKKê û gerîlla dikirin bi çavên serê xwe dîtin di şerê dijmin da yên çûn alîkariya hev dîsa gerîlla û pêşmer bû, PKK û PDK bû.

Dibê ev ji bo me bibe derseke dîrokî. Dibê em tu carî, tu carî, dijayetiyên nabêna me çi bin jî bi çavê neyar li hev nenêrin, gotina dawî ji hev ra nebêjin.
Em kurd birayên hev in, carnan hin şaşiyê bikin jî dibê meriv bi zimanekî maqûl bibêje…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE