Balafirên Emerîka îro 21caran li mewziyên çeteyên Daîşê
xistine, ji bo ku bîna şervanên kurd hinekî fireh bibe.
Îşareteke xêrê, destpêka mitefîkiyeke stratejîk e.
Wek kurd em spasdarê vê alîkariya Emerîka ne.
Wek kurd em spasdarê vê alîkariya Emerîka ne.
Tirkiya ku em jê ra leşkeriyê dikin, bacê didinê nahêle em
bi rehetî pariyek nan û tasek av bibin ji xwişk û birayên xwe yên li Kobanê di
bin hesarga çeteyên Daîşê da ne..
”Birayên”(!) me yên tirk yê hezar salî ji ber ku em li
bajarên wan dikin qîrîn û dibêjin werin hawara me, gelkî diqeherin, wek gurên
har li me dicivin û me lînc dikin, xwînê bera ser me didin, me ji bajarên xwe
diqewitînin.
Lê Emerîka emparyalîst ji bo ku çeteyên Daîşê nekevin nava
Kobanê û hemû mêran nekujin û tecawizî jinên me nekin, îro 21 caran çeperên
hovên Daîşê bombebaran kirine…
Nuha yê dost kî ye û yê dijmin kî ye?
Spas Obama, spas Emerîka!
Ez vê çêyî û alîkariya we ya mezin ji bîr nakim…
Ez vê çêyî û alîkariya we ya mezin ji bîr nakim…
Dibê em kurd gelkî qîmeta vê alîkariya Emerîka bizanibin,
dibê em tu carî van rojan ji bîr nekin.
Dibê em "alîkarî" û kirinên "dewleta
xwe" û "birayên" xwe yên tirk jî ji bîr nekin, ew jî pir muhîm
e!
Her bijî alîkariya Emerîka!
Her bijî biratiya kurdan !
Her bijî biratiya kurdan !
2014-10-14
XXX
Liberxwedan û fedekariya HPGê ne tenê ji bo kurdan, ji bo însaniyetê jî xurûreke mezin e.
Dîrok, kurdan di nava xwe da dawetî aştiyê dike. Kurdên di nava xwe da nikanîbûne aştiyê çêkin, kurdên ku ne di zanîna vê yekê da ne, nikanin bi dewletên kurd û Kurdistan di bin destê wan da ye aştiyê çêkin. Ji bo aştiyeke bi dijmin ra dibê berê di nava xwe da aştî tesîs kiribin.
Dora Kobanê ji alîkî ve Daîşê, erebên Daîşî dorpêç kirine û aliyê din jî ordiya tirk dorpêç kiriye. Wê demê dibê kurd berê di nava xwe da aştiyê pêk bînin, ev, wek mecbûrîyetekê derketiye ortê.”
///Îsmaîl Beşîkçî

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar