24 oktober 2014

Hin rewşenbîrên êzdî bi hest û nasnameya gelê xwe dilîzin


 Ji îşxala Şengalê û Kobanê virda ye, ev sê meh in miletê kurd di şerekî man û nemanê da ye. Ji Şengalê û Kobanê bi sedhezaran kurd koçberî Kurdistana bakur û başr bûne û di rewşeke pir dijwar da dijîn.
Bi gotineke herî sivik neyarên me ferman li kurdan rakirine, Kurdistan dikele. Sê çar dewlet û milet li me kom bûne, dixwazin me qir bikin.
Hin siyasetmedar û rewşenbîrên êzdî vê rewşa kurdan ya nazik ya şer îstîsmar dikin û kurdên êzdî li hemberî hukûmeta Kurdistanê, li hemberî hin partiyan û li hemberî kurdên misilman pîj dikin, wan wekî neyarên kurdên êzdî nîşan didin.
Ev tahrîk û pîjkirina kurdên êzdî li hemberî kurdên din karê neyarên me rehettir dike û dibe sebebê ku hin êzdiyên nezan û hin kesên hevalbendên neyarên me bibêjin em ne kurd in, êzdî ne kurd in.
Helbet kes nikane kesî bi zor bike kurd. Yê bixwaze dikene xwe bike ereb, ermenî ya jî tirk. Lê ev ne tu rê ye û felaketa gelê êzdî û kurd e. Li ser navê ”siyasetmedariyê” û ”rewşenbîriyê” şerm e meriv di rojên teng da xwe ji kurdayetiyê dûr bixe.
Dibê rîsipî û rewşenbîrên êzdî rê nedin vê lîstika neyarên me û xapandina gelê xwe.
Dibê ”siyasetmedar” û ”rewşenbîrên” êzdî bi hestên gelê xwe, bi nasnameya gelê xwe nelîzin.
Xerakirin rehet e, lê çêkirin zor e.
Kurdên misilman û êzdî di dîrokê da çi anîbin serê hev jî gelê êzdî tu carî negot em ne kurd in. Lê di van salên dawî da bi peydabûna hin siyasetmedar û rewşenbîran ra ji nişka ve nekurdbûna êzdiyan hate kişifkirin.
Hinek êzdiyan dikin ermenî, hinik dikin ereb. Li gorî Prof. Dr. Îlhan Kizilhan dinivîse, ”di van demê nêzîk de şandekî êzîdiyan bi mirovên dewleta Tirkiyê û Iraq re hevdîtin pêk anîn. Tirk û ereb dixwazin êzîdiyan ji nasnameye kurdbûnê dûr bikin û wan li dijî Hikumeta Kurdistanê derbixin. Di nav hinek eşîrên êzîdiyên Şingalê de jî helwestek wiha heye.”
Heger ev îdîa rast be bi rastî ji bo me kurdan şermeke mezin e. Di rojeke ku li Şengalê bi dehan kurd ji alî çeteyên ereb û tirk ve tên kuştin bazareke wiha karekî dûrî aqilan e.
Dibe ku beyana Mîr Tahsîn, ”êzdî ne kurd in” jî beşekî ji vê planê ya li hemberî miletê kurd be.
Dema meriv şikê têxe ser nasnameya gelê xwe bêguman neyar jî ewê dest bi karê xwe bike.
Lê dibê neyê jibîrkirin roja kurdên êzdî ji kurdayetiê dûr kevin erb û tirk wek gurên har ewê tavilê wan bixwin. Ya ewê bibin ereb, tirk û ermen ya jî ewê ji ortê werin rakirin.
Li gel hemû kul û kêmsasî û neheqiyên kurdên misilman dîsa jî kurd li kurdên êzdî xwedî derdikevin, wan ji êrîşên hovan diparêzin û di ber wan da xwîna xwe dirjînin, êzdiyan ji celadên ereb û misilman diparêzin.
Erebên pênc hezar êzdî qetil kirin û bi hezaran keç û jinên êzdî revandin û li bazaran firotin bêyî kuştinê tu mafî nadin êzdiyan.
Nasnameya miletekî ne lîstik e, pê nayê lîstin, li gorî neheqiyî û zulma lê tê kirin nayê guhertin.
Zulm û zora ferdên miletekî li hemberî hev, wan ji nasnameya wan dernaxe.
Ev hezar û çarsed sal in erebên sunnî û şîî zulmê li hev dikin û hevûdu dikujin, lê yek jî nabêje em ne ereb in.
Yanî ji ber ku hin kurdên misilman zulm li kurdên êzdî kirine êzdî ji kurdayetiyê dernakevin.
Heger hin kudan zulm li kurdên êzdî kiribe, bi milyonan jî alîkariya wan kiriye û dikin, wan li hemberî kurdên misilman diparêzin, ji bo wan xwe didin kuştin.
Yanî mesele ne reş û spî ye.
Hinek rewşenbîrên êzdî qetlîama Şengalê ji celadên ereb bêtir dikin hustuyê kurdan û hukûmeta Kurdistana Federe. Fena ku ne celadên Daîşê, kurdan Şengal îşxal kiribe.
Ev tahrîk pir tahlûke ye, ne henek e. Netîceyên wê ji bo miletê kurd dikane pir xerab e.
Û ya din jî ev him ne rast e him jî ne exlaqî ye. Hin şaşî û kêmasiyên kurdan û hukûmeta Kurdistanê hebin jî kurd ne îşxalkarên Şengalê û ne jî celadên kurdên êzdî ne.
Heta nuha bi sedan kurdên misilman ji bo rizgarkirina Şengalê şehîd ketine.
Kurd, hukûmeta Kurdistanê xapiya, dibê bêtir bi tedbîr bûna, dibê hewqas rehet Şengal terk nekirina. Ev rast e. Lê bû. Ne Emerîka bûya, Hewlêr jî diçû.
Yanî xemsariya kurdan ne ji bo Şengalê tenê, ji bo Hewlêrê jî eynî bû.
Em wek milet di bin êrîşeke pir mezin da ne, ne êzdî tenê. Di demeke wih da dibê em nehêlin neyar bi gelê me bilîze.
Tiştê li Şengalê û li Kobanê hatiye serê miletê kurd trajediyeke pir mezin e. Bi sedhezarran kurd ji Şengalê û Kobanê koçber bûne û li Kurdistana bakur û başûr di nava şertên pir xerab da dijîn.
Partiyên kurd, miletê kurd li gorî îmkanên xwe hewil didin bi van koçberên Şengalê û Kobanê ra bibin alîkar.
Hêzên kurd û bi giştî jî miletê kurd di van rojên giran da ne kurdên êzdî û ne jî yên kobanî bi tenê nehîştin. Lê helbet gelek kêmasî hene, gelek rexne li hukûmeta Kurdistanê û li partiyên kurd tên girtin.
Ji van gazin û rexneyan hinek di cîda û bi heq in û hinek jî ne di cî da û neheq in.
Lê kêmasî û şaşiyên kurdan û partiyan çi be jî dibê meriv kurdbûna xwe, nasnameya xwe minaqeşe neke, nehêle neyarê meriv li ser minaqeşûe bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE